Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin 2022-08-04 14:00:25 COLEMÊRG - Leşkerên artêşa tirk li 3 zozanên gundê Xirvate yê Geverê derketina zozanan qedexe kirin. Leşkeran bang li şivanan kirin û jê xwestin ku pezê xwe ji zozanan derxînin. Balkêş e ku Walîtiya Colemêrgê derheqê qedexeyê de heta niha tu daxuyanî nedane.   Leşkerên artêşa tirk ji duh saetên nîvro ve zozanên Meydan Belek, Zoma Heleyîse û Çil Kaniya yên Xirvate ya Gever a Colemêrgê qedexe kirin. Li gorî agahiyan, leşkerên li cihên serwer ên herêmê bang li şivanan kirin û biryara qedexeyê jê re ragihandin.    Leşkeran şivan hişyar kirin û jê re gotin ku pezên xwe bibin deverên cuda.    'DÊ SEWALÊN ME JI BIRÇAN BIMRIN’   Şivanekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide têkildarî mijarê ev agahî dan: “Zozanên me yên ku me pezê xwe lê diçêrand, hatin qedexekirin. Niha dema dirûna giha ye lê cih nîne em sewalên xwe lê biçêrînin. Em nikarin di nava zeviyên li bajarokê jî biçêrînin. Heke zozan nebin, dê hemû pezê me ji birçan bimre. Banga me ji bo raya giştî ew e ku ji bo rakirina vê qedexeyê bikevin nava hewldanan. Ji bo ku sewalên me nemirin bila bo me çareseriyekê peyda bikin.”    Walîtiya Colemêrgê têkildarî biryara qedexeyê heta niha tu daxuyanî nedane.