Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên 2022-08-04 14:13:53 ENQERE - Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ku di Doza Kobanê de axivî wiha got: “Derket holê ku beyanên şahidan derew in. Îfadeyên şahide veşarî Ulaş ji gotegotan pêk tên. Li cihek ku hiqûq lê heye îfadeyên wiha bi kêrî tiştekî nayên.”  Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest bi pê kir.    ‘BI RIYA ŞAHIDAN DIXWAZIN HDP’Ê TERORÎZE BIKIN’   Endamê Desteya Bilind a Radyo Televizyonê (RTUK) yê HDP’ê Alî Urkut di danişînê de axivî û biryara DMME’yê ya derbarê Osman Kavala de bi bîr xist û got doza Geziyê jî dozek wek Doza Kobanê siyasî ye. Urkut bal kişand ser rewşa aboriya Tirkiyeyê û got li Tirkiyeyê hejarî derketiye asta herî jor. Urkut anî ziman ku li vî welatî 84 milyon bi awayek dijhiqûqî mehkûmî feqîrî û birçîbûnê tê kirin. Urkut diyar kir ku di danişînan de mafê wan parastinê tê astengkirin û bal kişand ser derewên şahidan. Urkut anî ziman ku îktidar û daraz dixwaze bi rêya şahidan tevahiya xebatên HDP’ê terorîze bike û şahid dixwazin xwe bi îfadeyên derew rizgar bikin.    ‘BI VAN ÎFADEYÊN NAKOK DARIZANDIN BÊWATE YE’    Berdevkê HDP’ê û endamê MYK’a HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay jî axivî û nakokiya beyanên şahidan bi bîr xist û wiha got: “Îfadeya A53 hemû ji binî ve derew in. Mîna ku şahid îdia kiriye, tu daxuyaniyek Demîrtaş nîne, civîn jî ne li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hatiye li Egîtîm Senê hatiye lidarxistin. Ev di nivîsên Dadgeha Bilind de hemû raketin ber çavan. Li ser van beyanan darizandin bêwate ye. Îfadeyên şahidê veşarî Ulaş ji gotegotan pêk tê. Li cihek ku normên hiqûqê lê heye îfadeyên bi vî awayî tu maneya wan nîne. Şahidek dibêje banga MYK’ê ne bi armanca tundiyê hatiye kirin yek jî dibêje bi armanca tundiyê hatiye kirin. Bang ne ji bo tundiyê hatiye kirin. Bang li ser bingehek demokratîk hatiye kirin. Hemû dinya viya dizane. Ev şahidên veşarî û eşkere demek di nava rêxistinê de cih girtine, paşê hatine ji qanûna poşmantiyê sûd wergirtine û ev pir eşkere li holê ye. Pir eşkere li holê ye ku van kesan û leşker-polîsan li hev kiriye û bi şirîkatî tevger kirine. Diyar dibe ku ev şahid bi awayên profesyonela kadroyî bûne şahid. Pir zelal li holê ye ku ev doz li ser îfadeyên şahidan hatiye sazkirin.”    Kubilay xwest dema dirêj girtina wî li ber çavan bê girtin û bê berdan.    Dadgehê saetek û nîv navber danişînê.