Nobeda Edaletê ya li Wanê didome 2022-08-04 14:53:37 WAN - Malbatên girtiyan li ber Dadgeha Wanê, Nobeda Edaletê domandin, di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Wanê dabûn destpêkirin, didome. Malbat li ber Dadgeha Wanê kom bûn û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgiriyê dan malbatan. Malbatan xwest li ber dadgehê daxuyanî bidin lê polîsan daxuyanî asteng kir. Malbatan jî helwesta polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Piştî çalakiya rûniştinê malbat ji ber dadgehê veqetiyan.