Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir 2022-08-04 16:04:51   ÊLIH - Cigirê Serokê Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan destnîşan kir ku rêveberên AKP'ê yên li navçeyê endamên malbata xwe xistine kar û ji AKP'ê îstîfa kir.    Cigirê Serokê Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan daxuyand ku ji partiya xwe îstîfa kir. Tarhan di daxwaznameya îstîfaya xwe de nelirêtiyên reveberên AKP'î nîşan da û anî ziman ku ew gelek caran rewşê ji rayedaran re ragihandiye lê tu guherîn çênebûye. Tarhan di daxwaznameya xwe de cih da nelirêtiyên ku hatine kirin.    Tarhan di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku rêveberên AKP'ê yên li navçeya Heskîfê şaredariyê kirine wek kargeha malbatên xwe û gelek ji wan ferdên malbata xwe xistine kar.