Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne 2022-08-04 16:17:33 ŞIRNEX - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû serdana Roboskiyê kir û soz da ku ew ê qetlîamê ronî bikin û edaletê bicih bînin. Bariş Encu jî li ser navê malbatan got: "Bila tenê gotinên we li ser sozê nemîne."    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û şandeya pê re di çarçoveya "Hevdîtinên Helalkirinê" de serdana gundê Roboskiyê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve kir. Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Tirkiyeyê li çoltera gundê Roboskiyê welatiyên ji gund ku ji qaçaxiyê vedigeriyan bombebaran kiribû û di encama bombebaranê de bi piranî zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin.    Kiliçdaroglû û hevjîna xwe û şandeya pê re li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li Cizîra Şirnexê hatin pêşwazîkirin. Kiliçdaroglû û şandeya pê re piştî pêşwazîkirinê derbasî gundê Roboskiyê bû. Li gund û derdora gund gelek leşker û polîs hatibûn bicihkirin.    ‘EV NE DEWLETA MIN E'    Kiliçdaroglû li hewşa mala Sedîk Encu bi malbatan re civiya û kêliyek sohbet kir. Di vê kêliya sohbetê de dayikek Roboskiyê gazinên xwe anî ziman û got: "Ev dewlet ne dewleta min e. Hem zarokên me hatin qetilkirin hem jî bi hêceta sînor derbas kirine 60 hezar lîre cezayê pere birîn. Pênc lîreyê di berîka min de heye. Ez ê çawa 60 hezar lîreyê razînim."    ‘11 SAL IN EM LI EDALETÊ DIGERIN'    Zekî Encu yê li ser navê malbatan axivî û wiha got: "Hatina we ya vir me bextewar kir. Heta ku edalet neyê Roboskiyê dê edalet neyê Tirkiyeyê. 11 sal in em li edaletê digerin. Em dixwazin hûn di îktidara xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin."    KILIÇDAROGLÛ: EZ JI BO SOZDAYÎNÊ HATIM    Piştî serdanê Kiliçdaroglû daxuyanî da. Kiliçdaroglû da zanîn ku hê jî li Roboskiyê êşa malbatan taze ye û got: "Heke edalet were welat divê ev êş saxkirin. Pêwîste bûyer were ronîkirin. Ji bo ez soza ronîkirina vê bûyerê bidim hatime vir. Divê edalet hebe û bûyer bê ronîkirin. Piştî ku bûyer ronî bibe, helalkirin dikare pêk were. Mirî dê paşve neyên. Ez di ferqa vê yekê de me. Em hemû jî viya dizanin. Lê belê divê bi awayek êşa malbatan were aşkirin. Hê jî dayik bi êşa ewladên xwe dijîn û edaletê ji me dixwazin. Em ê vê edaletê bicih bînin. Anîna edaletê wezîfeya me ye. Heke em edaletê pêk bînin, wê çaxê civak dikare hev hembêz bike, aramî çêbe û aştiyê bixin nava civakê. Berevajî vê yekê êşa nava dilê dayikan kêm nabe û dê kêm nebe."    ENCU: BI TU AWAYÎ EDALET NEHAT ROBOSKIYÊ    Di daxuyaniyê de Bariş Encu yê ji Roboskiyê jî axivî û got piştî qetlîamê bi tu awayî edalet bicih nehatiye. Encu bi bîr xist ku gele kes hatine Roboskiyê û wiha got: "Ji me re gotin, 'em ê viya bikin û wiha bikin'. Lê tiştek nekirin.    Soz dan me lê belê tu  tiştekî nekirin. Ez birayê Vedat Encu me. Hûn van malbatan dibînin, her yek ji wan xeyalek wan cuda heye. Hemû malbat mexdûr in. Ji me re dibêjin 'hûn çima tazmînata xwe wernagirin'. Tu neçarî kar bidî min, tu neçarî mafê jiyanê bidî min. Lê mixabin mafê jiyanê nadin me. Ez di sala 2018'an de ketim girtîgehê. Ez ji bo vê bûyerê ketim girtîgehê û 3 sal û 8 meh ceza dan min. Ez 4 meh berê ji girtîgehê derketim. Ez hatim û min ji Qeymeqamiya Qilebanê alîkarî xwest. Pêdiviya min a ji bo alîkariyê heye. Lê hûn dizanin ji min re gotin çi, gotin, 'biçe tazmînata xwe werbigire, bibe karmen, xwe rizgar bike'. Heta ku edalet neyê ez ê çawa tazmînatê bigirim?"    Encu ji Kiliçdaroglû re wiha got: "Tenê xwestekek me ji te heye. Bila tenê gotinên we li ser sozê nemîne. Her kes hat vir û soz da lê hûn hêsirên çavê dayikên me dibînin. Her şev dayika min diçe li nivînê lawê xwe dinêre lê lawê wê ne li wir e. Edaleta Tirkiyeyê di Roboskiyê re derbas dibe. Heta ku pirsgirêka Roboskî çareser nebe, ne mimkin e li Tirkiyeyê edalet û biratî pêk were. Bila kes ji me re çîrokên nebêje. Em hemû kes dizanin çi rastiye û çi derew e. Em tenê edaletê dixwazin."   Piştî daxuyaniyê Kiliçdaroglû xatirê xwe ji malbatên Roboskî xwest û ji gund veqetiya.