Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand 2022-08-04 16:59:41 AMED - Aktîvîstên TJA’yê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk ku nayê berdan, pankart bi Pira Deh Derî ve daliqandin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikişînin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku nexweşîna demansê lê peyda bûye û nayê berdan, pankart bi Pira Deh Derî ya Amedê ve daliqandin. Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca û gelek jin tev li çalakiya daliqandina pankartê bûn. Li ser pankarta ku wêneyê Tûglûk lê hebû nivîsa “Ji hemû girtiyên nexweş re azadî” hatibû nivîsandin bi pira dîrokî ve daliqandin. Jinan xwest ku Tûglûk bê berdan. Jinan dirûşmên, “Aysel Tûglûk rûmeta me ye” û “Bijî berxwedanan zindanan” berz kirin û pişt re çalakiya xwe bi dawî kirin.