Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin 2022-08-04 18:31:33   ENQERE - Têstên Covîd-19 ên Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel û endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Zeynep Karaman pozîtîf derketin. Têstên Covîd-19 ên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a berê Sebahat Tûncel û endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Zeynep Karaman ku ji Doza Kobanê tên darizandin pozîtîf derketin. Parêzerên ku îro çûn serdana Girtîgeha Sîncanê diyar kirin ku testên Covîd-19 yên Tûncel û Karaman pozîtîf derketine û nikarin tev li danişînê bibin.