Hevseroka HDP’î hate berdan 2022-08-04 20:50:43   AGIRÎ - Hevseroka HDP’a Bazîdê Gonul Ozturk ku ji 21’ê gulanê ve li Girtîgeha Panosê dihat ragirtin, hate berdan. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê Gonul Ozturk, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku lê dihate ragirtin, hate berdan. Ozturk a di 21’ê gulanê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin, şandibûn Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Ozturk a dema girtina wê li ber çavan hate girtin û ji ber tu delîlên şênber tune bûn îro hate berdan.