HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan 2022-08-04 21:57:22   AMED - HDP’iyên ku ji bo mîtînga herêmê ya mezin a bi dirûşmeya “Çareserî em in” tê lidarxistin îro jî li Amedê xebatên xwe domandin, li dijî şer û tecrîdê gel vexwendin Qada Îstasyonê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenişehîr a Amedê mîtînge li dar bixe. HDP’iyên ku xebatên mitînga herêmê îro jî domandin û li hemû navçeyên Amedê seferberi dane destpêkirin îro jî gel vexwendin mitînga herêmê ya mezin ku dê di 6’ê tebaxê de li dar bixin. REZAN Di çarçoveya xebatên mîtîngê de parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Dersim Dag û Erdal Aydemîr li navçeya Rezanê serdana esnafên Sîteya Toptancilar a li Taxa Bagcilarê kirin û li kolanan gel vexwendin mîtîngê. Kaçmaz, ê di serdanan de axivî diyar kir ku ji bo tecrîd bê rakirin û şer bi dawî bibe divê gel tev li mitîngê bibe û bêje “çareserî em in.” Dîsa parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Erdal Aydemîr jî serdana Bazara Semt a Rezanê kirin û belavok belavî gel kirin. HDP’iyan bang kirin ku gel tev li mitîngê bibe. SÛR Rêxistina HDP’a Sûrê, bi tevlibûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş li navçeya Sûrê serdana gel û esnafan kirin. Di serdanê de hunermendan û ciwanan jî piştgirî dan û li park, kolan û qehweyên Sûr a Amedê belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê. HDP’iyên ku li Dortyolê hatin gelhev heta Mizgefta Hz. Suleyman dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Bijî berxwedana HDP’ê” berz kirin û bi çepik û tilîliyan meşiyan. HDP’iyên li vir serdana gel kirin, gel vexwendin mitîngê. Parlamenteran jî gel vexwendin mitîngê. Her wiha gel jî bi çepikan girse pêşwazî kirin. Girse bi seredana qehweyan xebatên xwe yên îro bi dawî kirin. PEYAS Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Nûsrettîn Maçîn, Remziye Tosûn û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li ser Cadeya Nazim Hîkmet û Cadeya Sîpan bi çepik û tilîliyan belavok belavkirin. HDP’iyên ku serdana kargeh û kafeyan kirin, gel ew bi çepikan pêşwazî kir. Wesayîtên li ser cadeyê ji HDP’iyên ku li ser cadeyê meşiyan re li korna xistin û welatiyên di apartmanan de jî bi çepikan piştgirî dan. HDP’iyan li kargeh û kafeyan li dijî şer, tecrîd, qirkirina jinê û mêtîngeriyê welatî vexwendin mîtîngê.