Gardiyanan li girtiyê nexweş da 2022-08-05 08:56:18 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Fewzî Fîdan ê ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di hevdîtina xwe ya heftane ya bi malbata xwe re anî ziman ku gardiyanan bi awayekî kêfî li wan dane û banga hestiyarê li raya giştî kir.  Girtiyê nexweş Fewzî Fîdan nexweşîna epîlepsî lê peyda bûye, kîs di pişta wî de ye û çavê wî xera bûne. Fîdan di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Xarpêtê ya 2'yan a Tîpa F'yê tê ragirtin di telefona heftane ya bi malbata xwe re ragihand ku gardiyanan bi ser hûcreyên wan de girtine û ew bi awayekî kêfî li wan dane.    'REWŞA WAN NEBAŞ E'   Dapîra Fîdan, Rahîme Fîdan anî ziman ku gardiyanan li neviyê wê daye û rewşa wî nebaşe û wiha got: "Duh neviyê min di di telefona heftane de got gardiyanan bi ser hûcreyên wan de girtine û li wan dane. Di hucreya yek kesî de dimîne. Neviyê min ji xwe nexweş e, li wî û hevalên wî xistine. Rewşa wan nebaş e. Bi awayekî kêfî li wan dane."    BANGA HÊSTIYARIYÊ   Fîdan diyar kir ku neviyê wê banga hestiyariyê li raya giştî kiriye û wiha axivî: "Rewşa neviyê min pir xerab e. Daxwaza wî ew bû ku raya giştî dengê wan bibihîze. Dixwazin ku her kes van pêkanînan bibihîze. Divê xwedî li neviyê min û hevalên wî derkevin. Ji ber ku ez nexweş im nikarim herim hevdîtinan. Ev min pir xemgîn dike. Daxwaza me yekane ew e ku ev pêkanînên li girtîgehan demildest bi dawî bibin û girtiyên nexweş bên dermankirin."