ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-05 09:00:20     * Parêzera Aysel Tûglûk, Ezgî Gungordu ku ji roja ewil ve çavdêriya nexweşiya Tûglûk dike û di girêdayîna SEGBÎS’ê de bi wê re bû wiha got: “Tûglûk, ji parêzarê xwe yê 3 caran parastin kir re got ‘ev kî ye?’ Em nikarin ji vê re bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî, ji ber ku hiqûq tune ye.”   * Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku bi darê zorê îfade wergirtina ji nexweşa demansê Aysel Tûglûk îşkenceyeke psîkolojîk û çavtirsandina siyaseta kurd e û wiha got: “Em di serdemeke ku hiqûq li ser navê siyasetê weke çekekê tê bikaranîn de dijîn.”   * Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Rûsya, Îran û Amerîkayê nekariye razîbûnê wergire û wiha got: “Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”   * 14 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, diyar kirin ku sînordarkirinên di çarçoveya vîrûsa koronayê de didomin û pêdiviyên wan ên spor û xwarinê nayên bicihanîn.    * Derbarê Hevberdevka Komîsyona Perwerdehiyê ya HDP’ê ya berê Halîde Turkoglû de ji ber endamên partiye perwerde kirine, bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan doz hate vekirin.    * Li Rezan a Amedê ji bo SGK’ê avahî tê çêkirin û dîwarê baxçeyê wê li ser peyarêyê hatiye çêkirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşan dan û xwestin ku ew dîwar were rakirin.    * Hawirparêzan bertek nîşanî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê dan û gotin ku divê li dijî qirkirina xwezayê bertek bên nîşandan û wiha gotin: “Heke birîna daran wiha bidome dê li herêmê qadên jiyanê nemînin. Werin em bi hevre bibin nefesa Şirnexê.”    * Zimannas Zana Farqînî anî ziman ku nêzî 30 sal in ew nêçîrvaniya peyvan dike û got: "Ziman raboriya civakê ye. Bi mehan ketim pey peyvekê da ku ez wê peyvê li ferhengê zêde bikim. Divê tevahiya pêşengên kurdan bi giraniyê bidin axaftina bi kurdî.”     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 515'emîn de berdewam bike.      * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag dê li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ku li Amedê ye civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Parlamenter û rêveberên HDP'ê ji bo mitînga 7'ê mehê li Meydana Kartala Stenbolê bê lidarxistin dê li Kadikoyê serdana esnafan bikin. (17.00)