Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin 2022-08-05 09:00:42 AMED - Li Rezan a Amedê ji bo SGK’ê avahî tê çêkirin û dîwarê baxçeyê wê li ser peyarêyê hatiye çêkirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşan dan û xwestin ku ew dîwar were rakirin.    Ev bû salek ku avahiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) li Semta Tesîsler a navçeya Rezan a Amedê di înşaetê de ye. Rêveberiya Înşaetê ya SGK’ê, çêkirina avahiyê SGK’ê di 3’yê kanûna 2020’an da îhaleyê û îhale bi bihayê 11.650.069 TL’yan Şîrsuva Azîzoglû, Kargeha Lîmîted a Madenvanî Înşaet Xurek Turîzm Îthalat Îxracat Pîşesazî ya Mîrza wergirt. Hindik ma ye ku înşaeta avahî biqede lê dîwarê baxçeyê avahiya SGK’ê li ser peyarêya li ser Cehdeya Cengîzler hatiye çêkirin.      Hat zanîn ku keyayê taxê gilî kiribû da ku dîwarê baxçeyê SGK’ê were rakirin. Li ser vê yekê SGK’ê daxuyanî da û diyar kir ku şaredariyê cihê wan dagir kiriye. Dîwarê baxçeyê SGK’ê li ser peyarêyê hatiye çêkirin û welatiyên taxê neçar dimînin ku li ser cehdeyê bimeşin. Rojane bi sedan welatî li ser vê rêyê derbas dibin û xetereyeke mezin li ser jiyana wan çê dike. Nebûna peyarêyê bi taybet jî xetereyeke mezin li ser zarokan û welatiyan çê dike. Şêniyên taxê ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc in.    ‘BIRPIRSYAR DEWLETE’   Ji welatiyên taxê Haci Dondu got ku rojane gelek mirov ser vê cehdeya navborî derbas dibin û wiha bertek nîşan da: “Dîwarê baxçeyê SGK’ê li ser payerêyê hatiye çêkirin. Heke li vê derê wesayît li kesekê bixe, berpirsyar dewlet û kesên plansaziya avahî çêkirin in. Desthilatdariya AKP’ê li ku bixwaze li wê derê avahiyan çê dike. Heke bixwazin dikarin niha li naverasta rê jî avahiyan çêbikin.”    ‘JI BO ZAROKAN XETERE YE’    Welatiye bi navê Muzafer Bay jî destnîşan kir ku weke şêniyên taxê daxwaza wan ew e ku dîwar were rakirin û wiha bi dawî kir: “Milet bi şev li gel zarokên xwe diçe parkê. Heke ew dîwar neyê rakirin û peyarê neyê çêkirin dê gelek qeza çêbibin. Xetereyeke mezin li ser zarokan heye. Anku wesayîtek were û nezane ku ew der peyarê ye, yan dê li yekî bixe yan jî dê qeza bike. Lewma em dixwazin ew dîwar were rakirin.”