Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî 2022-08-05 09:01:25 ENQERE - Parêzera Aysel Tûglûk, Ezgî Gungordu ku ji roja ewil ve çavdêriya nexweşiya Tûglûk dike û di danişînan de li cem wê amade bû wiha got: “Tûglûk ji parêzara xwe sê caran re got ‘ev kî ye?’ Em nikarin ji vê re bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî, ji ber ku hiqûq tune ye.”   Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê duh hate lidarxistin. Di danişîna 1’ê tebaxê de hate kirin de ji siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk bi darê zorê îfade jê hate wergirtin.   Tûglûk a di meha sibata 2021’ê de teşhîsa demansê danîn ser, ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû lê agahiyên nasnameyê jî nehatin bîra wê. Şandeya li dijî Tûglûk a got “Tiştek nayê bîra min” bi awayekî israr pirs arasteyî wê kirin. Şandeyê rapora ATK’ê ya “dikare bi awayekî qismî parastinê bike” weke hincet nîşan da. ATK’ya ji bo Tûglûkê 3 caran rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da, ji bersûcê Doza 28’ê Sibatê Çevîk Bîr re bi hinceta nexweşiya demansê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da û rê li ber berdana wî vekir.    Parêzera Tûglûk, Ezgî Gungordu ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê bi Tûglûk re bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, tiştên li odeya SEGBÎS’ê qewimîn, çavdêriyên têkildarî pêşveçûna nexweşiya demansê û helwesta dadgehê ji ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    ‘TIŞTÊN BERIYA 5 DEQÎQEYAN HATIN AXAFTIN NAYÊN BÎRÊ’   Parêzer Gungordu ku ji roja Tûglûk hatiye girtin ve serdana wê dike, bi lêv kir ku piştî wefata dayika xwe û bûyerên piştî wê, nîşaneyên nexweşiya Tûglûk hêdî hêdî derketin holê. Gungordu, ragihand ku beriya ku teşhîsa nexweşiya demansê deynin ser Tûglûkê, demekî dirêj bi gazina ser êşanê dikir û pişt re sewqî nexweşxaneyê hate kirin û tetkîkên wê hatin wergirtin û anî ziman ku pişt re hêdî hêdî nîşaneyên ji bîr kirinê derketin holê. Gungordu, bi lêv kir ku hema bêje her hefte diçe serdana Tûglûk û wiha got: “Ewilî navê min ji bîra wê çû. Rûyê min nas dikir lê navê min ji bîr dikir. Pişt re parêzerên ku mehekê nedihatin nasnekirin. Me ferq kir ku dema mirovên nas nake dibîne, ditirse. Me ferq kir ku axaftina me beriya hefteyekê dikir piştî hefteyekê nedihat bîra wê. Ev tişt beriya salekê me jiyan. Niha jî tiştên beriya 5-10 deqîqeyan em diaxivin nayên bîrê.”   3 CARAN JI PARÊZERÊ XWE RE GOT ‘KÎ YE?’   Gungordu, bi lêv kir ku roja danişînê li eywanê li pêş hemû beşdarvanan ev tişt qewimîn û wiha berdewam kir: “Dema parêzerê wê Serdar Çelebî diaxivî, 3 caran pirsa ‘ev kî ye’ kir. Gultan û Fîgen xanim gotin ‘parêzerê te ye’. Hempîşeyê me Çelebî jî her meh diçe serdana Aysel xanimê û bi salane pê re dixebite. Ayla Akat a ji Sîncanê bi SEGBÎS’ê girêdayî danişînê bû nas nekir. Tabloya ku bi mehane em dibînin cara ewil di danişînê de ji aliyê herkesê ve hate dîtin. ATK jî bi israr dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Ji daxwaza dadgehê re jî got ‘nexweşiya wê heye lê dikare bi awayekî qismî parastinê bike.’”   Gungordu, bal kişand ku şiroveya şandeya dadgehê ya têkildarî îfade wergirtina li ser rapora ATK’ê jî bêhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Di hiqûqa Tirkiyeyê de tişteke bi navê ‘parastina qismî’ nîne. Esas ev rapor tê wateya ‘nikare parastinê bike’. Şandeya dadgehê jî dibêje ‘tiştê bizane bila bibêje, ez ê ceza bidim’. Parastin mafê darizandinê li ku ye?”   ‘ŞANDEYÊ BI ISRAR PIRS PIRSÎN’   Gungordu, destnîşan kir ku şandeya dadgehê sererastkirina 148 a Qanûna Mûhakemeyên Ceza (CMK) binpêkir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku me bi israr got parêzera xwe jî nas nake, şandeyê pirsîna pirsan berdewam kir. Me got îşkence heye lê şandeyê bi gotina li CMK’yê ‘mudafîtiya bi darê zorê heye’ xwest parêzer parastinê bike. Min di danişînê de jî got dadgehê xwestibûya, gotina ATK’ê ya ‘parastina qismî’ dikarî ji bo başbûna wê binirxîne û bêje parastinê nake û dikarî parastinê newergire. Lê beyana şahidê nepen ku bi bêûsuliyan guhdar kir, bi israr ji Aysel xanimê pirsîn. Aysel xanimê ji bo dadger got ‘Ev kî ye, ji min dipirse’. Em li cihekî ku hiqûqa xwe pêk naîninin.”   ‘HELWESTEKE TAYBET TÊ NÎŞANDAN’   Gungordu, destnîşan kir ku bi awayekî zelal li dijî qedexeya îşkenceyê parastin hate wergirtin û got: “Em nikarin tişta li Aysel xanimê dikin re bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê’ ye jî. Ji ber ku di holê de hiqûq nîne. Aysel xanim li Tirkiyeyê, di dîroka siyasî ya kurd de, di têkoşîna azadiya jinê de naveke sembol e. Ji ber ku bi salan e di nav siyaseta kurd de cih digire û têdikoşe îro helwesteke taybet tê nîşandan. Heke ATK’ê têkildarî nexweşiya demansê tevî ev qas neyîniyan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nedida. Helwesta cihekar a li her qadê li dijî kurdan tê kirin îro di kesayeta Aysel xanimê de bi cih tê. Dema Aysel xanimê di danişînê de ev tişt jiyan, Çevîk Bîr li ser rapora ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê wergirtî, ji aliyê ATK’ê ve got ku ‘nikare di girtîgehê de’ bimîne. Rapora Aysel xanimê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ heye. Hiqûq û wijdana ji bo Aysel xanimê nayê sepandin, ji hin kesên din re tê sepandin.”   Gungordu, bi bîr xist ku şandeya dadgehê ji ber bêhiqûqiyên beriya niha kirine giliya wê li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) kirine û diyar kir ku ji ber tiştê dawiyê qewimîn jî wê serî li HSK’ê bidin. Gungordu, herî dawî anî ziman ku rewşa tenduristiya Tûglûkê di danişîna dawî de ji aliyê gelek kesan ve bi awayekî zelal hate dîtin û banga xwedî derketinê li raya giştî kir.    MA / Bêrîvan Altan