‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin 2022-08-05 09:01:43 AMED - Derbarê Hevberdevka Komîsyona Perwerdehiyê ya HDP’ê ya berê Halîde Turkoglû de ji ber endamên partiye perwerde kirine, bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan doz hate vekirin.    Derbarê Endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Halîde Turkoglû ku piştî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hate binçavkirin û di 20’ê gulanê de hate girtin, îdianame hate amadekirin. Di îdianameya girêdayî îfadeyên şahida vekirî Kezban Kûday dikin de, dozger derbarê Turkoglû ya Berdevka Komîsyona Perwerdehiyê ya Nava HDP’ê dike de bi îdiaya “perwerdekirina bîrdozî û rêxistinî” heta 15 salan daxwaza cezayê hefsê kir. Kûday, a di çarçoveya “Qanûna Poşmantiyê” de îfadeyên wê hatine wergirtin, di teşhîskirina wêneyan de îdia kiriye ku “Kesa bi navê Xalîde, di gelemperiya Tirkiyeyê, li avahiyên navend û navçeyên HDP’ê û avahiya DBP’ê ciwanan bi awayekî rêxistinî û îdeolojîk perwerde dike.”   PERWERDEKIRIN DI RÊZNAMEYÊ DE HEYE   Turkoglû ya di îfadeyên dozgeriyê de îdiayên Kûday red kirin wiha got: “Şahida ku derbarê min de îfade dane nasnakim. Ez ji sala 2020’an ve Berdevka Komîsyona Perwerdehiyê ya HDP’ê me. Li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî ji bo hem ji endamên xwe hem jî ji rêveberên xwe re vizyona xwe vebêjin dem bi dem perwerdeyan didin û konferansan li dar dixin, ev yek di rêznameya partiyê de hene. Ez beyanên vî şexsî bi temamî qebûl dikim. Li gorî rêznameya partiyê partiyeke siyasî mecbûre ku xwe bide nasîn. Ji van perwerdeyan, perwerdehiya rêznameyê çend rojan berdewam dike.”   ŞERMEZARKIRINA BINÇAVKIRINAN SÛC E!   Ji bilî îdiayên Kûday, pirtûka “Jîneolojiye Gîrîş-Jîneolojî Akademîsî” ku di lêgerîna mala Turkoglû de dest danîn ser û peyama “Dembaş hevalno! Di 21’ê Mijdara 2020’an saet 13.00’an de li Parka Koşûyolûyê ji bo binçavkirinan daxuyanî heye. Spas” ku partiyê ji bo şermezarkirina binçavkirina HDP’iyan ji nimreyên ku li cem wan qeydkirî re şandine jî bûn mijarên sûcdariyê.    KONGREYA PARTIYÊ DI ÎDIANAMEYÊ DE YE   Di îdianameyê de tev li bûna Turkoglû ya “Meşa Demokrasiyê” ku bi armanca şermezarkirina xistina parlamenterên HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatibû kirin jî di nava sûcdariyan de ye. Tev li bûna Turkoglû ya Kongreya Amedê ya partiya wê di 16’ê çileya 2020’an de li dar xistibû, pankartên “Qeyûm xespa vînê ye em qet qebûl nakin”, “Aştî nikare were tecrîd kirin”, “Bi hêvî û wêrekî em xwe birêxistin bikin”, “Hûn bi xêr hatin kongreya me ya 3’yemîn a Amedê”, “Faşîzm wê winda bike, gel wê qezenc bikin” ku li eywana kongreyê hatibûn daliqandin, rêzgirtina di kongreye de hatibû kirin û vekirina posterên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan weke sûcdarî hatin araste kirin.    ‘PERWERDEYÊN BÎRDOZÎ DAN’   Di îdianameya ku tê îdiakirin Turkoglû “endama rêxistinê ye” de ev nirxandin hatin kirin: “Ji bo ku Turkoglû girseyan li rêxistinê bide qezenckirin, di bin banê rêxistinê de perwerdeyên bîrdozî dane, beşdarî perwerdeya bîrdozî ya li ser mijarê ‘Atolyeya Heqîqetê’ ya ku di navbera 17-27'ê Tebaxa 2020'an de pêk hatiye bûye û her wiha ji ber ku li ser bang û fermanên rêxistinî tev li organîzasyonan bûye, gumana têrker heye ku di nava hiyerarşiya rêxistinê de cih digire.”   Piştî ku 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir, danişîna ewil wê di 16’ê îlonê de bê dîtin.