Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin 2022-08-05 09:02:13 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku bi darê zorê îfade wergirtina ji nexweşa demansê Aysel Tûglûk îşkenceyeke psîkolojîk û çavtirsandina siyaseta kurd e û wiha got: “Em di serdemeke ku hiqûq li ser navê siyasetê weke çekekê tê bikaranîn de dijîn.”   Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di 1’ê tebaxê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate dîtin.     Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku ji sibata 2021’an ve teşhîsa nexweşiya demansê danîn ser û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê tê ragirtin, bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Şandeya dadgehê ku bi gotina “dikare bi awayekî qismî” parastinê bike ya di raporên ATK’ê de weke hincet nîşan da bi darê zorê ji Tûglûkê îfade wergirt, ev yek jî bû sedemê bertekan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê n Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku îfadeya bi darê zorê ji Tûglûkê hate wergirtin û helwesta dadgehê nirxand, diyar kir ku bi awayekî hiqûqî îzaha tiştên hatiye kirin nîne û nêzikatiya li Tûglûkê weke “îşkence” nirxand.     DEMA DESTPÊKA NEXWEŞIYÊ   Keskîn, bi lêv kir ku dostaniya wan a bi Aysel Tûglûkê re zû de ye û anî ziman ku Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) bi hev re avakirine. Keskîn, da zanîn ku di pêvajoya Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) de jî bi hev re têkoşîna hiqûqê meşandine.    Keskîn, bi lêv kir ku piştî Tûglûk di girtîgehê de dayika xwe winda kir, êrişên nijadperest ên li dijî cenaze bandoreke zêde li ser wê çêkir û wiha got: “Piştî ku Aysel bi awayekî neheq û bêhiqûqî xistin girtîgehê, bêrêziya li cenazeyê dayika wê hate kirin gelek bandor li ser kir. Ji xwe ev bûyer bû sedemê destpêka nexweşiya Ayselê. Aysel di nava vê demê de bi nexweşiya demansê ket û pişt re nexweşiya wê pêş ve çû.”   ‘NEHEQIYEKE MEZIN LÊ TÊ KIRIN’   Keskîn, diyar kir ku xistina girtîgehê ya siyasetmedaran a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: “Lê em dibînin ku Aysel bi neheqiyeke gelek mezin re rûbirû ye. Tevî ku nexweşe jî nexweşiya wê li ber çavan nayê girtin û bi darê zorê îfade jê tê wergirtin. Ev nayê qebûl kirin.”   ‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN ATK YE’   Keskîn, bi lêv kir ku ji ber di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene, Tûglûkê nexweşiya xwe demekî dirêj ji rayagiştî re veşart û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aysel miroveke ku evqas baş û kubar e. Nexweşiya xwe bi xwe jî demekî dirêj veşartiye. Lê parêzerên wê, wê demê têkildarî vê mijarê serlêdan kirine û Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê têkildarî nexweşiya demansê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dayê. Lê yekane saziya ku têkildarî girtiyên nexweş raporan dide û weke delîlên fermî tê qebûlkirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ye û girêdayî vîna siyasî  ye. Gelek caran diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û bijîşkên ku lêkolînê dikin rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ didin wê. Dewlet biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk naîne. Em gelek caran dibêjin raporên bijîşkên serbixwe girîng in lê mixabin raporên ATK’ê weke delîl tên qebûlkirin. Ji bo serlêdanên berdana Tûglûkê ya ji ber nexweşiya wê dîsa rapora ATK’ê tê xwestin. ATK’ê berovajiyê Nexweşxaneya Kocaeliyê rapora dikare di girtîgehê de bimîne da. Esas ev yek di kesayeta Ayselê de li hemû nexweşan tê sepandin. Bi taybetî girtiyên siyasî yên kurd di rewşa mirinê de jî bin ATK rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Ji ber vê yekê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.”    RÊBAZÊN ÎŞKENCEYÊ YÊN NÛ   Keskîn, bal kişand ku tevî nexweşiya Tûglûkê bi raporan ye tespîtkiriye jî bi darê zorê îfade jê hatiye wergirtin û wiha pê de çû: “Îfade girtina bi darê zorê li dijî hiqûqê ye. Tevî ku Tûglûkê di danişînê de gotiye ‘ez nikarim îfadeyê bidim, tiştek nayê bîramin, çima têm darizandin nizanim’ jî bi ser de çûne û bi awayekî zelal îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin. Em di serdemeke ku hiqûq li ser navê siyasetê weke çekekê tê bikaranîn de dijîn. Hemû tiştên ku Aysel dijî rêbazeke îşkenceyê ye.”   ‘ÇAVTIRSANDINA SIYASETA KURD E’   Keskîn, bi lêv kir ku helwesta dadgehê li dijî tevgera siyaseta kurd çavtirsandike û wiha domand: “Dadgeh helwesta ‘em we bi tu awayî guhdar nakin, nas nakin û naxin şûna mirovan’ nîşan dide. Wekî din tu tişteke were fêm kirin nîne. Ev bi temamî neheqiyeke mezin a ji bo pêşiya siyaseta demokratîk bê girtin e.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Keskîn, destnîşan kir ku pêdiviya Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bi piştevaniyê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin dema kurd an jî mirovên ji siyaseta çepê tê rastî binpêkirinan tên em piştevaniyê kêm dibînin. An ku pirsgirêka miroveke ku nikare di girtîgehê de bimîne, bi israr di girtîgehê de tê ragirtin heye. Divê piştevanî were mezinkirin.”   MA / Esra Solîn Dal