Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin 2022-08-05 09:02:33 AMED - 14 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, diyar kirin ku sînordarkirinên di çarçoveya vîrûsa koronayê de didomin û pêdiviyên wan ên spor û xwarinê nayên bicihanîn.    14 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane, bi daxwaza alîkariya hiqûqî bi nameyekê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Girtiyan, ragihandin ku sînordarkirinên piştî şewba vîrûsa koronayê anîbûn tevî hejmara pêketiyan kêm bû û ketin pêvajoya normalbûnê jî didomin. Girtiyan diyar kirin ku piştî şewbê di serî de sînordarkirina hevdîtinên girtî û vekirî, bi tu awayî nederxistin faliyetên wan ên weke spor, sohbet û kursê.   PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN   Girtiyan, dan zanîn ku li gorî mewzûata qanûnî divê 10 saetan bi 10 kesan re ji fealiyetan sûdê wergirin lê di mehekê de tenê saetekê dikarin derkevin sporê û wiha gotin: “Bi tu awayî me dernaxînin kurs, sohbet, atolyeyên karên destan û pirtûkxaneyê. Tevî ku li gelek girtîgehên Tirkiyeyê hevdîtinên girtî û vekirî saetek û nîv hevdîtinê dikin jî em tenê 50 deqîqeyan hevdîtinan dikin. Di heman demê de tevî li gelek girtîgehan dest bi fealiyetan kirin jî girtîgeha ku em lê dimînin şertên pêwîst bi cih neanîn. Her çiqas têkildarî pirsgirêkên em dijîn, daxwazên xwe bi awayekî devkî û nivîskî ji rêveberiya girtîgehê, Serdozgeriya Komarê û Wezareta Dadê re bişînin jî, daxwazên me bê bersiv dimînin û bi hincetan bi derengî dixin.”   Girtiyên ku diyar kirin pirsgirêka xwarinê dijîn, ev tişt ragihadin: “Demekî dirêje xwarin nebaş in, kêm in û bi awayekî ku nayê xwarin tînin. Di nava xwarina me de cismen ku ne guncav in derkedikevin. Pirsigirêka xwarinê ku demekî dirêje em dijîn bi tu awayî nayê çareserkirin. Her wiha bihayên tiştên li kantînê her roj bilind dibe û ji ber cure û tiştên erzan nînin em nikarin xwe bigihînin hin tiştan.”   ZEMEKE ZÊDE LI CEYRANÊ KIRIN   Girtiyan destnîşan kirin ku zemên zêde ceyranê hatiye kirin û ev tişt gotin: “Bedelê kîlowateke ceyranê yê Girtîgehên Girtî û Vekirî yên di bin banê Girtîgeha Kampus a Amedê di çarçoveya peymana du alî ya di navbeyana girtîgehê û Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê de buhayê kîlowateke ceyranê berê lîreyek û 23 qûrîş bû nihat derxistine 2 lîre û 62 qûrişan. Ji sedî 115 zema li ceyranê hatiye kirin em mexdûr kirine û em nikarin fatûrayên zemkirî bidin.”   Girtiyan ji bo pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin, banga piştevaniyê li ÎHD’ê kirin.    SERLÊDANA ÎHD’Ê   Şaxa ÎHD’a Amedê piştî nameya girtiyan ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, Serdozgeriya Komarê ya Amedê (Dozgeriya Girtîgehê), Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan da.