Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin 2022-08-05 10:07:24   MÊRSÎN - Li Mêrsînê polîsan bi ser hin malan de girt û 6 kes kirin binçavan.    Polîsan vê sibehê li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrsînê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan deriyêm alan şikand û ketin hundir û kelûpelên malan belav kirin. Polîsan di serdegirtinê de kesên bi navê C.A.T., A.Ç., D.G., F.S. û A.T. kirin binçavan û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Hat îdiakirin ku ev kes dê ji bo 15’ê Tebaxê çalakî li dar bixistana û lewma hatine binçavkirin.