Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin 2022-08-05 10:11:56 ŞIRNEX - Malbatên Roboskê da zanîn ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di serdanê de ji wan re gotiye; “Heke em bibin desthilatdarî ez ê vê bûyerê ronî bikim û faîlan bidarizînim.” Malbatan got ku heta faîl neyên darizandin dê heqê xwe li kesekî helal nekin.   Balafirên şer ên artêşa tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê şêniyên gund bombebaran kir û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl qetil kirin. Dewletê xwe li hemberî komkujiyê bêdeng kir û piştre jî AKP’ê got; “Dê ev doz li deverên tarî yên Enqereyê winda nebe” lê belê hewl dan bi ser bigirin ku weke komkujî neyê pênasekirin. Dosyaya lêkolînkirina komkujiya Roboskê bi salan di navbera dadgehan de hat û çû. Dozgeriya leşkerî di kanûna 2014’an de derheqê dosyayê de biryara neşopandinê da û hiqûqnasan jî îtîraz kir. Piştî ku serlêdana ji bo Makeqanûnê jî hat redkirin, malbatan doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê belê DMME’yê bi hinceta ku parêzerên malbatan belge kêm û dereng şandine, ji bo serlêdana malbatan biryara “nayê qebûlkirin” da û red kir. Parêzeran di salên piştre de ji bo lêpirsînê dîs serlêdan kirin lê encamek jê derneket.      Têkoşîna edaletê ya malbatên Roboskê ev 11 sal in berdewam e. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû jî di çarçoveya “Hevdîtinên Hevhelalkirinê” de duh hate gundê Roboskê. Kiliçdaroglû li gund bi malbatên ku di encama bombebaran artêşa tirk de xizmên xwe windakirin re hevdîtin kir. Kiliçdaroglû li daxwazên malbatan guhdarî kir û soz da ku dê daxwaza wan a edaletê pêk bîne. Malbatan jî ji Kiliçdaroglû re got ku her rayedarê dewletê yê tê serdana wan sozan didin lê van sozên xwe pêk nayînin. Malbatên Roboskê diyar kirin ku heta hesab ji faîlan neyê pirsîn dê hevhelalkirin jî çênebe. Malbatên Roboskî têkildarî serdana Kiliçdaroglû bi ajansa me re axivîn.    ‘PIŞTÎ HESABPIRSÎNÊ EM Ê LI HEV HELAL BIKIN’   Bariş Encû ku birayê wî Vedat Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin komkujiya 11 sal berê bi bîr xist û wiha got: “Bi F16’an bombeyên bi tonan barandin ser kekê min û kurxalê min. Piştî kuştina 34 mirovan gelek kes hatin vê derê. Ji wan her yekî jî sozên cuda dan. Ji Ewropayê jî hatin. Lê heta niha jî edalet nehatiye Roboskê. Sozên xwe pêk neanîn. Li vir soz dan û dema ji vir derketin jî weke ku tiştek nebibe li jiyana xwe ya asayî vegeriyan. Hatina Kiliçdaroglû pir girîng e û bi wate ye. Lê pêdivî bi pratîkê heye. Sozdayîn tenê bi têrî nake. Heke di demên pêş de bibin desthilatdar, heta ji bo Roboskê edaletê pêk neyînin em ê aştiyê qebûl nekin. Dema ku faîlên Roboskê hatin darizandin, wê demê em ê aştî û biratiyê qebûl bikin. Em dikarin bi vî awayî hev helal bikin. Li ser navê xwe û malbata xwe dibêjim ku em ê ji bilî vê tu hevhelalkirinên din qebûl nekin. Em dixwazin êdî encamek jê derkeve.”   ‘EZ TENÊ JÎ BIMÎNIM DÊ TAZMÎNATÊ NEGIRIM’   Bi domdarî Encû bang li rêveberên dewletê kir û ev tişt anî ziman: “Bila nekevin nava gotin û kirinên weke ‘em ê we ji hêla madî ve tengav bikin û bikin ku hûn tazmînatê wergirin.’Me heta niha tazmînat ne hilgirtiye û heta faîl neyên darizandin sed sal jî derbas bibin em ê negirin. Min birayê xwe li sergoyê nedîtiye. Her 34 kes jî canê min, ji xwîna min in. Heta faîlên wan neyên darizandin em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji van malbatan yek tenê jî dev ji vê dozê bernade. Rêya edalet û aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe.”    ‘EM BI KESEKÎ RE HEV HELAL NEKIN’   Felek Encû ku kurê wê Erkan Encû di komkujiyê de hatibû qetilkirin jî bi lêv kir ku heta faîlên Roboskê neyên darizandin dê bi kesekî re hev helal nekin û wiha domand: “11 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn. Hêj jî dibêjin ‘FETO’yê kir. Madem wan kiriye, wê demê wan kesan bigirin û bidarizînin. Bila malbat jî bên bi wan faîlan re hevrû bibin. Wê demê belkî gotineke me hebe. Lê teqez heta edalet neyê Roboskê em ê hev helal nekin. Kesek tê zarokê we dikuje û piştre weke ku tiştek nebûye tê dibêje were em li hev helal bikin. Tiştekî wiha nabe. Heta niha kesek nehatiye girtin û edalet pêk nehatiye. Em her roj diçin ser gorên zarokên xwe. Heqê kesekî nîne vê bi me didin kişandin. Em xizan bûn û di halê xwe de bûn. Gelek soz dan me lê ev soz ser gorên zarokên me man û em ji bîr kirin. Êdî baweriya me bi kesekî nema ye.”    KILIÇDAROGLÛ GOT; ‘EM Ê FAÎLAN BIDARIZÎNIN’   Derheqê mijarê de bavê Mehmet Alî Tosun, Zekî Tosun jî qala sihbeta xwe ya bi Kiliçdaroglû re kir û wiha behs jê kir: “Min jê re got; ‘heke edalet pêk neyê, hûn jî weke hikûmeta din kujerên zarokên me û bûyerê veşêrin û nedarizînin, wê demê em ê hev helal nekin. Heke hûn bi rastî jî edaletê bînin Roboskê û mafên me yên madî û manewî têxin rojevê, wê demê em ê hev helal bikin.’ Hatina Kiliçdaroglû baş li me hat û em gelek keyfxweş bûn. Got ku heke bibe desthilatdar dê van sozên xwe pêk bîne. Em ji wan bawerin. Kiliçdaroglû ji me re got; ‘Heke em bibin desthilatdarî dê vê bûyerê ronî bikin û faîlan bidarizînin.’ Ev soz da me.”   ‘DAXWAZA ME EDALETE’   Dayika Mehmet Alî Tosun, Fadîle Tosun jî got ku heta faîlên zarokên wan neyên darizandin dê heqê xwe li kesekî helal nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku wan heqaret li zarokên me kir. Her 34 zarok jî bêguneh bûn. Bila Kiliçdaroglû destê xwe deyne ser wijdana xwe; ev 11 sal in em edaletê dixwazin lê edalet nehat Roboskê. Li şûna vê me didin dadgehê û cezayên pereyan li me dibirin. Ji me re dibêjin; ‘hûn li pey doza zarokên xwe ketin.’ Bila êdî dayik negirîn. Ji bilî edaletê û darizandina faîlan tu daxwazeke me ji dewletê nîne.”