Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir 2022-08-05 10:28:06 ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş derbarê qirkirina darên di nav milkê xwe yên li Şirnex û Sêrtê de gilî kir.   Nêzî 2 sal in li herêma Bestayê ya di navbera Sêrt û Şirnexê de di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birîn. Gelek malbat li dijî vê yekê giliyê birîna daran dikin.    Bahattîn Alkiş ê ku darên li nava milkê wî tên birîn, bi rêya parêzerê xwe yê Berdevkê Komîsyona Hawîrdor û Bajêr a Baroya Şirnexê Fadil Tay li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê û Serdozgeriya Berweriya Sertê giliyê birîna daran kir.    Di daxwazmameya gilîkirinê de wiha hatiye gotin: "Em derbarê kesên ku bi awayekî dij hiqûqî darên me birîne gilîkar in. Em derbarê kesên ku darên me dibirin de daxwaz dikin ku lêpirsîn bê destpêkirin."