Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin 2022-08-05 10:41:40 COLEMÊRG - Şivanê bi navê Alî Riza Firat ku li zozanên gundê Bilindbasan ê Geverê pezê xwe diçêrand, bi hinceta ku ‘hatiye herêma qedexe’ ji hêla leşkeran ve hate derbkirin. Firat, diyar kir ku leşkeran xwarin, derman û cilên wan şewitandine.   Ji ber êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, li seranserî sînorê başûrê Kurdistanê tevahiya gundên Şirnex û Colemêrgê di dorpêçê de ne. Şêniyên li ser sînor dijîn êdî nikarin bêhn bistînin û dibêjin ku bi awayekî fîîlî “Herêma ewlekariyê ya taybet” hatiye ragihandin. Gelemperiya xelkê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike û ji ber qedexeyên derketina zozanan, derbekî giran li debara wan hatiye xistin. Welatî dibêjin ku gelek caran rastî êrişên leşkeran tên û bi mirinê re rû bi rû dimînin. Şivanê bi navê Alî Riza Firat ku li gundê Bilindbasan ê Gever a Colemêrgê şivantiyê dike, diyar kir ku dema di mehên hezîran û tîrmehê de li zozana gund a bi navê Qifarokê pezê xwe diçêrand, ji hêla leşkeran ve hatiye îşkencekirin. Firat, bi hinceta ku tevî qedexeyê jî xwe nêzî herêmên leşkerî kiriye hatiye derbkirin. Firat, dibêje ku bi tirsa mirinê dijî.    Firat, da zanîn ku ji bo debara xwe ji neçarî şivantiyê dike û ev tişt anî ziman: “Her zozana em diçin lê rastî astengiyên ‘qedexeyan’ tên. Bi rojan berê me pezê xwe biribû zozana Qifarokê û leşkeran li me xistin. Leşker dibêjin; ‘Hûn dikarin pezê xwe tenê cihên me destnîşan kirine biçêrînin.’ Me ji wan destûr xwest ku ji bo guherandina zozana xwe çendek rojan musaedeya me bikin. Lê destûr nedan û li me xistin. Derman, xwarin û her tiştên me avêtin. Dema em li dijî vê derketin jî şimaqek li min dan û qontaxa tifingê li singê min dan.”   BI AWAYEKÎ KETOBER GULEYAN DIAVÊJIN   Di berdewamê de Firat wiha kêliyên derb û îşkenceyê kir: “Hemû tiştên me belavela kirin, cil û bergên me û dermanên me şewitandin. Bêyî ku sedemek hebe li me xistin. Zozanên me bi awayekî fermî nehatine qedexekirin lê ew qedexe dikin. Em 5-6 km’an ji qereqol û baregehên leşkerî yên bilind dûr in. Lê dîsa jî nahêlin em pezê xwe biçêrînin. Her tim guleyan li me û pezê me direşînin. Mehek berê jî gule berdan û 5 pezê me kuştin. Dest danîn ser cifta me ku me ji bo guran li gel xwe digirt. Me di demên berê de pezê xwe heta ser sînorê Îranê dibir û çi pirsgirêk dernediketin. Heta carnan leşker dihatin cem me û ji xwe re pez dikirîn. Lê ev 2-3 sal in her tim gefan dixwin, derb û îşkence dikin.”    DEST DANÎN SER TELEFONAN Û VÎDEO JÊ BIRIN    Herî dawî jî Firat wiha got: “Me mehek berê pezê xwe bir zomê û 10 rojan li wê derê man. Me ji leşkeran re got ku ji bo çêrandina pez hatine û em her sal tên. Wan jî ji min re got; ‘êdî ew rojên berê çûn û êdî neyên van herêmên me diyar kirine.’ Dest danîn ser telefonên me û bêyî daxwaza me vîdeo û wêne jê birin. Em dixwazin ev qedexeye bi dawî bibe û bêyî tirsê mirinê vegerin zozanên xwe. Xelkê vê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike. Nexwe nikarin bijîn. Banga min ji bo raya giştî ew e ku xwedî li me derkevin. Em ji kuştinê ditirsin û nikarin bi şev razên.”