Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e 2022-08-05 11:00:24 RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê banga tevlibûna mitînga HDP’ê ya li Amedê kirin û anîn ziman ku mifteya çareseriyê li gel Rêberê Abdullah Ocalan e.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” wê di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyona Amedê mitînga bajarên herêmê li dar bixe. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ev hefteyeke bi dirûşmeya "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li kolan bi kolan, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebata amadekariya mitîngê berdewam dikin û banga tevlibûna mitîngê li xelkê dikin.    Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî amadekariyê xwe ji bo tevlibûna mitîngê dikin. Tê payîn gelek kes û Dayikên Aştiyê ji Rihayê tev li mitîngê bibin. Dayikan banga tevlibûna mitîngê li jinên Rihayê kirin û destnîşan kirin ku mifteya çareseriyê li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    'BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN’    Yek ji dayikên dê beşdarî mitîngê bibe jî Edalet Çay a 61 salî ye. Edalet Çay di 6’ê cotmeha 2020’an de bi hêceta daxwaza aştiyê kriye hatiye binçavkirin û piştî binçavkirinê cezayê hefsa malê dabûnê û kelemçeya elektronîk li lingê wî hatibû xistin. Dayika Edalet ku ji ber daxwaza aştiyê hatibû binçavkirin, carek din bi daxwaza çareserî û aştiyê xwe amade dike ku beşdarî mitînga li Amedê bibe. Edelet Çay anî ziman ku dayik her dem bi kul û êşan re rûbirû dimînin û wiha got: "Êdî bila dayik negirîn.Bila şer bi dawî bibe. Bi xwînê çareserî nabe. Ji bo xwîn bisekine çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo ku ti kes nemire em ê aştiyê bînin ziman. Mifteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e. Ku birêz Ocalan azad bibe wê çareserî were. Birêz Ocalan ku biaxive wê aştî were. Ku bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnên wê rijandina xwîn bisekine. Lê ku tecrîd berdewam bike wê rijandina xwînê bidome. Daxwaza me dayikan ew e bila rojek berê rojekê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Ji bo em rêya çareseriyê bidin xuyakirin, bila di serî de hemû jin berê xwe bidin mitînga li Amedê.”     CAREK DIN JI BO ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ BERÊ XWE DIDE AMEDÊ    Dayika Aştiyê Fatma Akbaş a 58 salî jî ku ji ber daxwaza aştiyê kiribû bi Edalet Çay re hatibû binçavkirin jî ji bo tevlibûna mitîngê xwe amade dike berê xwe bide Amedê û carek din daxwaza aştî û çareseriyê bike. Fatma Akbaş anî ziman ku wê ji bo bilêvkirina aştî, azadî û wekheviyê tev li mitînga Amedê bibe û wiha got: "Em dixwazin ku êrişên li ser partiya me HDP bi dawî bibin. Em naxwazin ku xwîn biherike. Yê ku jiyana xwe ji dest didin hemû keç û xortên me ne. Êşa dayikan yek e. Ku dayik hemû bibin yek wê şer bi dawî bibe. Dibê dayik bibin yek. Mifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Ji ber ku deriyê çareseriyê were vekirin, divê rojek nêz de deriyê Îmrali were vekirin. Ku birêz Ocalan azad bibe wê hemû civak azad bibe. Şer heya îro nebû çareserî wê ji îro şûnve jî nebe. Çareserî aştî ye. Dibê dayikên leşkeran ji bêjin 'Çima zarokê me li wira tên kuştin?' Zarokên me ji bo me jî hemû tiştî biqîmetirin. Me zarokên xwe winda kirin, em naxwazin ku ti kes zarokê xwe winda bike. Jibo wê divê hemû dayik dest bidin hev û li Amedê werin cem hev."   'ŞER NE QEDERA KURDAN E’    Dayika Aştiyê Hadle Ogur a 51 salî jî ji bo aştiyê heya îro gelek bedelê diran dane. Dayika Hadle Ogur ku ji bo aştiyê xwestiye heya îro gelek caran hatiye binçavkirin û bi tundiyê re rûbirû maye. Ogur tevî hemû neheqiyên li ser xwe dê carek din ji bo aştiyê berê xwe bide Amedê. Ogur bal kişand ku tevlibûna jinan a mitîngê girîng e û got: "Mitîng ji bo ku em bêjin ji şerê na jî aştiyê re erê tê lidarxistin. Bila demek zûtirîn aştî pêk were. Em ji bo aştiyê giriyan lê bila zarokên me negirîn. Bila şer bi dawî bibe. Şer ne qedera kurdan e. Li çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em dayik vê yekê qebûl nakin. Ku em dayik bibin yek wê şer bi dawî bibe."   'DIVÊ DAYIK BIBIN YEK Û AVEKÎ VÎ AGIRÎ VE BIKIN’    Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî anî ziman ku wê dayik aştiyê bînin vî welatî û wiha got: "Ev 50 sal e şer heye. Em wekî dayikên aştiyê naxwazin êdî kezeba tu kesî bişewite. Em wek dayikên aştiyê yên kurd êşa hemû dayikan di dilê xwe de hizir dikin. Çareserî ne şer e, diyalog û hevdîtin e. Divê gavek beriya gavekê hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin û divê hemû dayik dest bidin destê hev û avekî bi vî agirî ve bikin.”    MA / Emrûllah Acar