Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin 2022-08-05 11:19:23 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, ji bo ku were tedawîkirin daxwaz kir ku sewqî girtîgeheke din were kirin lê li midûriyeta girtîgehê hate derbkirin. Kekê Fîlîz, Şeyhmûs Fîlîz xwest ku ji bo tespîtkirina binpêkirinan şandeyek ji girtîgehê re bê şandin.    Binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Li hêlekî girtiyên nexweş tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û li hêla din jî dema girtî diçin nexweşxane û saziyên din mafên wan tên binpêkirin. Yek ji girtîgehên ku di demên dawî de ji ber zext, binpêkirinên mafan û miameleya xerab her tim di rojevê de jî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ye.    Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz (28) ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin da zanîn ku ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Fîlîz, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Nexweşiyên weke gumana penceşêra kolonê, ulseratîf kolît, zerik û helîna hestiyan bi Fîlîz re hene. Fîlîz ev 7 sal in girtî ye û di 4’ê tebaxê de li ser telefonê bi kekê xwe re axivî û got; “Min ji bo tedawiya xwe bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Li wir pêş çavên wan ji hêla gardiyanan ve hatim derbkirin. Ev kêlî ji hêla kamerayan ve hatiye qeydkirin. Heke nehêlin ez bêm tedawîkirin dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikim. Ji hemû encamên neyînî jî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.”    Kekê Fîlîz, Şeyhmûs Fîlîz têkildarî hevdîtina bi birayê xwe re bi ajansa me re axivî.    DERB Û ZEXTA PSÎKOLOJÎK   Şeyhmûs Fîlîz anî ziman ku birayê wî di 2’yê tîrmehê de ji bo pirsgirêka tedawiyê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û ev agahî dan: “Li wir ji hêla gardiyanan ve hat derbkirin. Xebatkarên girtîgehê jî bi kamereyan dîmen digirtin. Laşê birayê min reş û şîn bûye û ew şop hêj jî li ser disekinin. Birayê min xwest bê tedawîkirin lê hate derbkirin û di bin zexta psîkolojîk de ye. Axaftinên birayê min ên li ser telefonê tên qeydkirin. Di dema axaftinê de jî xebatkarên girtîgehê wî sor dikin. Birayê min mafê xwe yê herî xwezayî dixwaze. Birayê min got heke daxwaza wî neyê qebûlkirin dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û ji encamên neyînî jî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Her wiha birayê min got ku ewlehiya jiyana wî li girtîgehê nîne.”    ‘DI PÊVAJOYA TEDAWIYÊ DE HATE SIRGÛNKIRIN’   Bi domdarî Fîlîz diyar kir ku birayê wî ev 7 sal in bêyî ku delîlek were nîşandan, li ser îfadeyên şahidekî nepen girtî ye û wiha pê de çû: “Birayê min nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Piştre birin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Li wir gumana penceşêra rûviyan e. Dema tehlîl dihatin kirin û di pêvajoya tedawiyê de şandin Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê. Li wir jî gotin ku dibe bi penceşêrê neketine û nexweşiya wî ulseratîf kolît be lê dîsa jî dê parçeyekî bigirin. Dema tedawiya didomiya de jî şandin Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê. Birayê min ji ber şert û mercên girtîgehê bi van nexweşiyan ket. Cihekî ku li Bodrumê lê derman bibe nîne. Lewma neçar dimîne ku biçe Muglayê. Ev jî nêzî 6 saetan dike û ji ber nexweşiya xwe vê rêwîtiyê ranake. Nikare di wesayîta rîngê de rûne. Ji ber ku xwîn jê tê. Ji ber nexweşiyên xwe nikare xwarinên asayî bixwe lê rêveberiya girtîgehê mamayên pêwîst jî nade.”    ‘BILA ŞANDEYEKÎ BIŞÎNIN GIRTÎGEHÊ’   Herî dawî jî Fîlîz ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza birayê min ew e ku biçe girtîgeheke ku bikare lê tedawî bibe. Lê belê bi awayekî sîstematîk zext lê tê kirin ku ber bi întîharê ve biçe. Weke malbat em dizanin ku vê polîtîkayê li dijî girtiyên siyasî bizanebûn dikin. Ez bang li parastvanên mafên mirovan, parlamenter û hiqûqnasan dikim ku ji bo tespîtkirina binpêkirinan şandeyekî bişînin girtîgehê.”    MA / Delal Akyuz