Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye 2022-08-05 11:36:29   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş pirsa “Çima bi biryara AYM’ê ya derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de nayê kirin?” ji hêla Serokatiya Meclisê ve bi hinceta “nêrîna şexsî” paşve hate şandin.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş bi daxwaza ku wezîrê edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, têkildarî biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ya ji bo Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên Berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê. Daniş, di pêşnûmepirsa xwe de pirsa “Çima bi biryara AYM’ê nayê kirin” kiribû. Serokatiya Meclisê jî bi hinceta xalên 96 û 97 ên Rêziknameya Hundirîn, pêşnûmepirs dîsa li Daniş vegerand. Di pêşnûmeya li Daniş hatiye vegerandin a bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop de “nêrîna şexsî” û “kirina îstîşareyê” weke hincet hatin nîşandan.    ‘MA AYM NE DADGEHA BILIND E?’   Ev pirs weke sedema lêvegerandina pêşnûmeyê hatin nîşandan: “Çima heta niha bi biryarên DMME û Daîreya Mezin ên derheqê Demîrtaş de nehatiye kirin? Gelo ma ev tercîh nayê wateya binpêkirina xala 18’emîn a DMMS’ê? Tevî biryarên DMME û AYM’ê jî çima hiqûq pêk nayê û mafên hilbijartinê yên parlamenter û welatiyan tê binpêkirin? Gelo ma AYM ne dadgeha bilind e? Çima bi biryarên AYM’ê yên bi kêrî desthilatdariyê tên tê kirin lê bi yên din nayê kirin? Gelo hûn dê derheqê sepanên ku ewlehiya hiqûqê ji holê radikin de xebateke berfireh bidin destpêkirin an na? Gelo hûn dê ji bo serbixwebûna darazê xebatan bimeşînin an na?”