Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin 2022-08-05 13:44:00 AMED - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag bang li ciwanan kir ku beşdarî mitîngên “Çareserî em in” yên Amed û Stenbolê bibin û wiha got: “Dê jin û ciwan selteneta desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin.”   Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag li Buroya Şêwirê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dag, di serî de qurbaniyên Komkujiya Êzidiyan bi bîr anî û wiha got: “Di Fermana 74’an de zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî hatin revandin û bi hezaran jê hatin qetilkirin. Ev zîhniyeta dijminatiya jinan dike îro jî li her devera Tirkiyeyê xwe nîşan dide.”    Dêrsim Dag bal kişand ser cezayê disiplînê yê li siyasetmedar Ayla Akat Ata û Ayşe Yagic hatiye birîn ku ji ber silavê hatibû dayîn Aykat û got ku ev mînaka faşîzmê ya AKP’ê ya herî dawî ye.  ‘ÎŞKENCE LI AYSEL TUGLUK TÊ KIRIN’    Bi domdarî Dag bal kişand ser siyasetmedar Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Aysel Tugluk nexweşa demansê ye û parêzerê xwe jî nas nake. Lê di Doza Kobanê de bi darê zorê hewl didin îfadeyê wê bigirin. Ev, rêbaza îşkenceyê ye. Ev îşkence, ji îşkenceyên Esat Oktay a li Zindana Amedê gelek wêdetir e. Yek ji mînakên dijminatiya AKP-MHP’ê ya li dijî jin û kurdan û xala herî dawî ya polîtîkaya êrişê ya li dijî girtiyên siyasî ye. Di serî de Aysel Tugluk, divê hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Ev yek rêbazeke îşkenceyê ye û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”    DURÛTIYA AKP’Ê   Piştre jî Dag bal kişand ser “Doza N.Ç.” û da zanîn ku yek ji îstîsmarker Şeyhdavut D. di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de weke “Rûspiyên civakê” hatiye nîşandan û wiha domand: “Polîtîkayên şerê taybet a AKP-MHP li dijî jinên kurd û kurdan dimeşîne tenê bi van sînor nîne. Serpel û keya jî di nav de keçeke 13 salî rastî destdirêjiya 28 kesan hat û yek ji bersûcên ‘Doza N.Ç.’ di çalakiyeke qeyûmê AKP’ê de weke rûspiyê civakê hatiye vexwendin. Vê yekê durûtiya AKP’ê raxist ber çavan. Ji hêlekî ve di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê li dijî jinên ciwan ên kurd tacîz û destdirêjiyê bi awayekî sîstematîk dimeşînin, li hêla din jî li dijî tacîz, tecawiz û tiryakê nêrînên bersûcê ku ji tacîz û tecawizê tê darizandin guhdarî dike.”    ASTENGIYÊN JI BO TURNÛVAYA CIWANAN TÊN DERXISTIN   Bi domdarî Dag bal kişand ser Turnûvaya Kemal Kurkut a bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê tê lidarxistin û wiha derbirî: “AKP-MHP hewl dide xebata Meclisa Ciwanan a AKP-MHP’ê ya li dijî polîtîkaya şerê taybet daye destpêkirin îllegalîze bike. Di çarçoveya kampanyaya me ya bi dirûşma ‘Em bendîbûnê têk bibin, jiyana nû ava bikin’ de li 11 bajaran turnûvaya futbolê hat destpêkirin. Weke kevneşopiyekê em her sal vê turnûvayê li dar dixin. Lê her sal tê îllegalîzekirin, astengiyan derdixînin û zextan dikin. Bi kar anîna navê Kemal Kurkut weke ‘propagandaya rêxistinê’ dinirxînin û îllegalîze dikin. Kujerê Kurkut nehat cezakirin lê Kurkut bi xwe weke ‘terorîst’ tê ragihandin û hewl didin turnûvaya me îllegalîze bikin. Bi hinceta pankarta derheqê komkujiyên Zaxo û Roboskê, li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê 11 hevalên me bi îşkenceyê hatin girtin. Em li vir careke din dibêjin ku ciwan zû yan jî dereng dê hesaba ji berpirsyarên komkujiyên Zaxo û Roboskê bipirse.”    GEF LI KESÊN TEV LI TURNÛVAYÊ BÛNE XWARIN    Di berdewamê de Dag ev tişt anî ziman: Bêhiqûqiyên li dijî turnûvaya me ne tenê bi vê sînor in. Di bin navên agahî û pêşîlêgirtinê de li malbatên kesên beşdarî turnûvayê bûne tê gerîn, vedixwînin emniyetê, li wir gef lê tê xwarin ku xwe ji turnûvayê vekişînin. Îskanên ku li ser BOF hatiye nivîsandin didin ciwanan û jê dixwazin ku tev li turnûvayê nebin. Mebesta wan ne tenê îllegalîzekirina turnûvayê ye, ji bo betalkirinê tişta ku ji dest tê dikin.    EM Ê DEV JI SIYASETA DEMOKRTÎK BERNEDIN   Di demekî nêz berê 12 endamên Meclisa Ciwanan a partiya me ji ber xebatên HDP’ê hatin binçavkirin û ji wan 5 jê bi sedema daxuyanî û xebatên partiyên siyasî hatin girtin. Em li vir dîsa bang li AKP-MHP’ê dikin; Weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê em ê her roj xwe bêhtir birêxistin bikin û bi ti awayî dest ji siyaseta demokratîk bernedin.    DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN   Di serî de endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, divê hemû hevalên me yên ji ber xebatên HDP’ê hatine girtin werin berdan. Dixwazin ciwanan ji qada siyaseta demokratîk dûr bixin û rê li ber siyaseta li dijî AKP-MHP’ê bigirin. Em jî dê li dijî vê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û xebatên xwe bidomînin.    ÇARESERÎ EM IN    Ne baweriya desthilatdariyê bi ciwanan heye û ne jî ciwan dê destûrê bidin ku AKP-MHP desthilatdariya xwe bidomînin. Em li hemberî vê tabloya tarî bêçare nînin. Em ê xwe birêxistin bikin û selteneta desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin. Em di her firsendê de dibêjin ku li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê, çareserî em in.    BANGA JI BO MITÎNGAN   Dê di 6’ê tebaxê de li Amedê û di 7’ê tebaxê de jî li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re’ mitîng bên lidarxistin. Em dibêjin ku li hemberî kesên pêşerojeke tarî, tacîz, tecawiz, xizanî û birçîtiyê hêjayî ciwan û jinan dibînin, çareserî em in. Em dibêjin; çareserî di têkoşînê de, xwe birêxistin kirin, gel, jin û ciwanan de ye. Banga me li hemû ciwanên ji AKP-MHP’ê aciz re ew e ku sibe û du sibe beşdarî mitîngên me bibin. Banga min ji bo ciwanan ew e ku li dijî desthilatdariya dixwaze we bêpêşeroj û bêhêvî bihêle, xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe ya di qada siyaseta demokratîk de mezintir bikin.”