Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû 2022-08-05 15:04:22 AMED - Wêneyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku bi kesên sûc kirine re derketine holê, me berhev kirin û albûmek wêneyan amade kir.    Ji çend hefteyan carek wêneyek Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi kesên sûcdar re derdikeve holê û belav dibe. Tevî ku wêneyên Soylû bi kesên sûc kirine yanî kesên dizî kirine, kesên tecawizkar, bazirganiya tiryakê dikin, bi lîderên rêxistinên sûc re dibin rojev jî heta niha derbarê wî de tu karûbarek hiqûqî nehatiye kirin. Her roj wêneyek wî li albûma wêneyên bi van kesan re tê zêdekirin. Vê carê jî wêneyê Soylû di afîşa danasîna Weşanxaneya Yedîîklîmê ku navê bi îdiaya ku pirsên wê û KPSS’ê dişibin hev derket holê. Ev wêneyê Soylû, wêneyên wî berê ku bi endamên rêxistinên selefi ku li Sûriyê sûc kiribûn, kujerên jinan, êrişkarên cenazeyan û gelek êrişkarên din re derketibûn holê anî bîra mirovan.    Me wêneyên sosret ên Soylû bi kesên sûcdar re derketine holê û dibin rojev, berhev kir.    Wêneyên Soylû û wan kesan wiha ne:    30 Tebax 2015: Wêneyê Emrah Çelîk ku berê endamê AKP’ê bû û bi seriyek jêkirî re poz dabû li gel Mustafa Şentop û Soylû girtibû derket holê.      26 Kanûn 2016: Wêneyê hevalê Mevlut Mert Altintaş ê ku Sefîrê Rûs ê Enqereyê Karlov kuştibû û Soylû û hin rêveberên AKP’ê derketibû holê.      16 Îlon 2017: Wêneyê Mûrat Alp ku êrişî cenazeyê dayika Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk kiribû û Soylû derket holê.      7 Tîrmeh 2019: Hasan û Huseyîn Sel ên birayê hev ku li Pendîka Stenbolê êrişî wesayîta jina ducanî û hevjînê wê kiribûn. Wêneyê Hasan Sel û Soylû derketin holê.      26 Tebax 2019: Wêneyê Soylû û qeyûmê Mêrdînê walî Mustafa Yaman ku jê re diyariyan ji zêrfiroş kiribû derketin holê.      6 Tîrmeha 2020: Kesê ku xwe wek parêzvanê Soylû û ‘sîxûrê dewletê yê veşarî’ û ‘tîmê taybet” dida nasîn û navê wî nehat zanîn paşê ku gefa kuştinê li hevala xwe û malbata wê xwaribû bi Soylû re derket holê.      18 Îlon 2020: Wêneyê Dûrak Uygun ê bavê kujerê Aleyna Çakir, Umîtcan Uygun bi Soylû di rojevê de cihê xwe girt.      1 Çile 2021: Wêneyê Şeyhmus Ozkan ê ku bazirganiya kokaînê ango tiryakê dikir bi Soylû re bû rojev.      23 Adara 2021: Wêneyê Kurşat Ayvatoglu ku kokaînê dikişand û wek “şekirê pudra” xwe parast, li albûma wêneyên sûcdariya Soylû hat zêdekirin.      28 Mijdar 2021: Wêneyê Soylû ku li balafira Sezgîn Baran Korkmaz ê xwediyê Holdînga SBK’ê ku niha ji ber bazirganiya pereyan li Amerîkayê girtî ye û tê sûcdarkirin derket holê. Soylû berê wêne înkar kiribû lê paşê wêne derket holê.      9 Tebax 2021: Wêneyê Sadik Yildirim ku li Îzmîrê di wesayîta wî de tiryak û çek hatin dîtin û Soylû bi hev re derket holê û bû rojev.      7 Çile 2022: Wêneyê rêveberê Komeleya Osmanlilar yên Elmanya Taner Ay ku destê wî di xwîna kuştina gelek kesan de hebû, ku şantajê, fihûşê, bazirganiya tiryakê û çekan kiriye û paşê li Burganistanê di qezaya trafîkê de mir û Soylû derketin holê. Ev wêne bû rojeva welat.      13 Nîsan 2022: Soylû yê ku albûma wêneyên wî bi bazirganên tiryakê re tije bû, vê carê jî wêneyê wî bi bazirganê tiryakê Alî Osman Akat re derket holê.      7 Gulan 2022: Wêneyên du provokatorên li ber Navenda Giştî ya HDP’ê hewl dan êriş bikin û Soylû bi hev re derket holê.      13 Gulan 2022: Wêneyê Fatîh Farûk Ozer ê xwediyê Thodex ku borseya pereyên kripto yê xwecihî dike û 391 kesan xapandiye û nêzî 2 milyon dolar revandiye û Soylû di rojeva welat de bû mijara sereke. Ev wêne li ser medya civakî bû rojev.      17 Hezîran 2022: Wêneyê Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ku ji sûcê îstîsmarkirina cinsî hat girtin û Soylû derket holê.      4 Tebax 2022: Herî dawî wêneyê Soylû di afîşa danasîna Weşanxaneya Yedîîklîmê ku navê bi sosretiya ezmûna KPSS’ê ket rojevê de hat dîtin.      MA / Eylem Akdag