Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn 2022-08-05 15:30:26 STENBOL - Ji bo mitînga HDP'yê ya bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" ku dê 7'ê tebaxê roja yekşemê li Qada Kartalê bê lidarxistin, dertûr hat dayîn.  Ji bo mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku dê roja 7'ê tebaxê li Qada Kartala Stenbolê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li dar bixe, destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Mitîngê serî li serî li Walîtiya Stenbolê da û ji bo li dar xistina mitîngê bersiva erênî hat dayîn.