'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin! 2022-08-05 15:58:40   ENQERE - Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn ragihand ku di bin banê Serokatiyê de "Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê" hat avakirin.    Serokê Ragihandinê Fahretîn Altûn li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: "Me li dijî kampanyayên sîstematîk ên dijî welatê me tên meşandin, di bin banê Serokatiya Ragihandinê de yekitiyeke serbixwe ava kir. Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê. Ez ji rêveberê navendê Îdrîs Kardaş pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim."