Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê 2022-08-05 16:44:02   ENQERE - Hevdîtina di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dest pê kir. Balkêş e ku hem Putîn û hem jî Erdogan beriya hevdîtinê bal kişandin ser mijara Sûriyeyê.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan weke vexwendiyê Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê çû bajarê Soçî yê Rûsyayê.    Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Xizîne û Darayî Nûreddîn Nebatî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Mûş, Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî, Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn, Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin û Serokê Pişesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr jî di şandeya Erdogan de cih girtin.    Şande li Balafirgeha Navneteweyî ya Soçiyê ji hêla Cîgirê Serokê Îdareya Herêma Krasnadorê Aleksandr Ruppel, Serokê Şaredariya Soçiyê Aleksey Kopaygorodskiy, Cîgirê Midûrê Giştî yê Protokola Dewleta Rûsyayê Aleksandr Prusov, Sefîrê Konsolosxaneya Moskovê Mehmet Samsar, Serokkonsulê Novorossiskê Firat Bayar û rayedarên din ve hate pêşwazîkirin.    DÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ LI DAR NEXIN   Dê Putîn û Erdogan li Sanatoryum Rusê bên ba hev. Piştî hevdîtina Putîn û Erdogan jî dê şande beşdarî civînê bibin. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov da zanîn ku dê piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê neyê lidarxistin.    HEVDÎTIN DEST PÊ KIR   Hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de li gorî saeta Rûsyayê di 15.20’an de dest pê kir.    BAL KIŞANDIN SER SÛRIYEYÊ   Erdogan beriya hevdîtinê got: “Hevdîtina me ya îro dê girîngiya rola Tirkiye û Rûsyayê ya li herêmê dîsa nîşan bide. Di wê baweriyê de me ku bi taybet jî geşedanên li Sûriyeyê nîqaş bikin. Ev yek dê herêmê jî rehettir bike.”    Putîn jî beriya hevdîtinê ev daxuyanî da: “Di serî de krîza Sûriyeyê, em ê mijarên têkildarî herêmê nîqaş bikin. Tirkiye di mijara asayîbûna rewşa li herêmê de rolekî baş dilîze. Divê Ewropa ji ber xaza ji Rûsyayê li ser Tirkiyeyê bênavber diherikiya minetdar bûya.”