Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-08-05 22:44:17   WAN - Girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê zêde bûn, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê zêde bûn, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Li gorî agahiyên ku me ji malbatên girtiyan bi dest xistin, girtiyan ji ber daxwaznameyên ku ji Meclis, Wezareta Dadê û dozgeriyan re nivîsandine rêveberiya girtîgehê dest danîne ser û li dijî pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê, ji 1’ê tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirine. Hate zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji 1’ê tebaxê ve dane destpêkirin koma 2’yemîn dewr girtiye û nehate zanîn ku çalakiya greva tê kirin çend rojan carekê tê dewrkirin.