Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê 2022-08-06 08:31:18   ENQERE - Di Doza Kobanê de biryara berdana Aysel  Tûglûk hat dayîn. Lê belê dê ji ber dozek din Tûglûk girtî bimîne.    Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    Di danişîna duh de dadgehê nîvê şeve biryara xwe eşkere kir. Dadgehê derbarê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku bi nexweşîna demansê ketiye biryara berdanê da. Dadgehê derbarê girtiyên din de jî biryara berdewamiya girtinê da.    DÊ GIRTINA WÊ BERDEWAM BIKE   Tûglûk a ku ji Doza Kobanê hat berdan, dê ji ber dozek din girtina wê berdewam bike. Tûglûk a ku 6 sal in di girtîgehê de ye ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 sal ceza lê hatibû birîn û Dadgeha Bilind vî cezayî erê kiribû. Heke Tûglûk ji mafê serbestiya bi kontrol sûdê werbigire dê ji girtîgehê bê berdan.