ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-06 09:02:10   * Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, bi lêv kir ku serlêdana wan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin gelek girîng e û wiha got: “Em mecbûr in azadiya birêz Ocalan ku nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din biparêzin.”   *  Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz ku derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de axivî, diyar kir ku kamerayên ewlehiyê xistine hemû girtîgehan û da zanîn ku şerşoka girtiyên jin jî bi van kamerayan tê temaşekirin.    * Bedrettîn Atmaca yê bavê Taner Atmaca ku hate îdiakirin piştî hatiye girtin du rojan hewl daye întîhar bike, diyar kir ku dîmenên têkildarî bûyerê nedane wan û xwest ku berpirsyar derkevin holê.    * Bi ser wefata hunermendê ermen Aram Tigran ku di nav gelê kurd û ermen de weke kevoka aştiyê tê binavkirin re 13 sal derbas bûn. Peyhatiyên Tigran wiha gotin: “Heta ku kurd hebin, wê stranên wî her tim bên gotin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 516'emîn de berdewam bike.    * Hewldana 78'an dê li navçeya Pirsûsa Rihayê komxebatek li dar bixe. (10.00-17.00)   * Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 905'emîn de li aqûbeta windakiriyan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * ÎHD'a Stenbolê dê di çalakiya hefteya 541'emîn a "Rûniştina F" de balê bikişîne ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku nexweş e. (13.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li ber ÎHD'a Enqereyê di hefteya 413'emîn de û ÎHD'a Îzmîrê di hefteya 257'emîn de dê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê di hefteya 20'emîn de li Qada Esenyûrda Stenbolê bê li darxistin. (15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li Qada Îstasyonê mitînga "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li dar bixe. (17.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê li Stenbolê beşdarî bernameya Federasyona Komeleyên Damal ku lê Lokma Muharremê bê belavkirin bibe. (19.30)