‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’ 2022-08-06 09:04:38   AMED - Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz ku derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de axivî, diyar kir ku kamerayên ewlehiyê xistine hemû girtîgehan û da zanîn ku şerşoka girtiyên jin jî bi van kamerayan tê temaşekirin.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê her roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Tevî ku malbatên girtiyan ji bo zext û tundiyên li ser girtiyan bên rakirin û girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyayê bên berdan, dest bi çalakiya edaletê kirin û çalakiya xwe hê didomînin jî ew daxwaza wan nehatiye bi cih û girtî her roj bi zext, tundî û sirgunkirinê re  rû bi rû dimînin. Herî dawî li Girtîgeha Amedê 4 girtî hatin sirgunkirin. Ji ber vê yekê, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan em bi Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmet Gunduz re axivîn.    Gunduz bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, zext û tundiyên li ser girtiyan her ku diçe zedê dibin. Gunduz, diyar kir ku piştî ku girtî Kadrî Ekîcî li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da bi malbata wî re hevdîtin kirine û wiha got: “Malbata Kadrî Ekîcî ji me re got ku, ‘berî bûyerê Kadrî ji me perê xwestin’. Heke wê xwe întihar bikirna çima da ji me pere bixwaze? Em qet bawer nakin ku Kadrî întihar kiriye.”   ‘TEVÎ KU GIRTIYÊN NEXWEŞ LI BER MIRINÊ NE JÎ NAYEN BERDAN’   Gunduz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyên wan giranin jî nayên berdan û wiha pê dê çû: “Gelek girtiyên nexweş hene. Çend roj beriya niha girtiyêk nexweş ku ji ergenekonê girtî bû hat berdan. Nexweşiya wî û ya Aysel Tûglûkê weke hev bû lê ew hat berdan, Aysel Tugluk nehat berdan. Ji Aysel Tûglûk re jî rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ dan. Ev cihekarî ye. Em wek komelê bang li saziyên tendûristiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk, bijîşken serbixwe, partiyên siyasî dikin ku li dijî vê biryara ATK’ê biçin serdana girtîgehan bikin. Bila bibînin ka dikarin ragirtî bimînin an na. Fikarên malbatan hene ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Vê yekê tu kes naxwaze. Dûh li Wanê dayikeke 80 salî ku tevî nexweşî û temenê xwe jî ragirtî ye, rakirin nexweşxaneyê. ATK’ê derbarê wê dayikê de jî biryara, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ da. Lİ Girtîgeha Tipa D ya Amedê jî girtiyê bi navê Firat Nebîoglu tevî ku her dû gurçikên wî îflas kirine jî nayê berdan. Divê rojê 4 seatan derkeve diyalîze lê diyalîza wî daxistine 2 saetan û dermanên wî jî nadinê. Tevî ku malbata wî serî li girtîgehê daye jî tiştek derneket. Ji wî re jî rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne dan.’ Yanî êdî nexweşiya wî girane li ber mirinê ye jî nayê berdan. Hiqûqêk wisa, bê edaletiyek wisa heye. Malbat tenê dixwaze mafên hiqûqî pêk bên.”   GARDIYAN: DOZGER JÎ XWEDIYE VIR JÎ EZ IM   Gunduz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dema malbatên girtiyan diçin hevdîtina girtiyên xwe bi heqaret û gefên gardiyanan re rû bi rû dimînin û got: “Malbateke girtiyan dema çûye hevdîtinê ji ber ku şelê qumaş lê bû ye negirtine girtîgehê û heta pêlavên wan jî geriyane. Yanî şelê qumaş jî ji xwe re wek xetere dibînin. Dema malbateke din jî çûye hevdîtinê, xwestiye bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê bike. Gardiyan nehiştiye û gotiye, ‘Dozger jî xwediyê vir jî ez im.’ Yanî hiqûq ketiye bin destê gardiyanan. Yanî bifikirin ew gardiyan dikare her tiştî bike. Ji ber we banga me ji Wezirê Dadê re jî heye hêj nebûyî dereng, divê ji girtiyên nexweş re çareseriyek bê dîtin. Heke wê bimirin jî bila li mala xwe bimirin, bila di nav çar dîwarên girtîgehê de nemirin. Malbatên girtiyan ji ber ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane bên berdan tevî germa havînê, baran û berfê jî çalakiya xwe ya edaletê didomînin.”   ‘TEVÎ KU CEZAYE GIRTIYAN DIYAR NEBÛYE JÎ TÊN SIRGUNKIRIN’   Gunduz bal kişand ser sirgunên li girtîgehan û ev tişt gotin: “Herî dawî 4 girtî li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatine sirgun kirin. Malbat ji bo hevdîtinê diçin girtîgehe lê pêdihesin ku girtiyê wan hatiye sirgunkirin. Yanî agahiyê nadin malbatan jî ka sirgunî ku hatine kirin. Bifikirin em qaşo qala dewleteke hiqûqê dikin. Tenê malbatek dizanê ku zarokê wan sirgunî Antalyayê kirine wekî din agahiya malbatan tune ye ku girtî sirgunî ku hatine kirin. Li ser derûniya malbatan jî bandorêk xirab dike. Bi heviyêk diçin hevdîtina girtiyê xwe lê hîn dibin ku girtiyê wan hatiye sirgunkirin. Gelek malbatan ji ber vê yekê serî li saziya me dane. Gelek malbat hene ku ji ber ku zarokên wan li girtîgehên dûrin 4 sal in girtiyên xwe nedîtine. Dayikên 70-80 salî ku tên serlêdanê dikin, dibêjin em nikarin biçin serdana zarokên xwe. Lê tevî ve yekê jî çiqas serlêdan kirine jî encam negirtine. Herî dawî li Girtîgeha Tipa D ya Amedê girtî Behçet Baysal û Selahattîn Arslan sirgunî Girtîgeha Tipa F ya Kurkçuler a Edeneyê kirin, Arif Onkol jî sirgunî Girtîgeha Antalyayê kirine. Nûar Kaymaz jî nehate zanîn ku sirgûnî ku hatiye kirin. Divê heta cezaye wan diyar nebe nehatibûna sirgunkirin.”   ‘KAMERA XISTINE SERŞOK Û ODEYA GIRTIYAN’   Gunduz, anî ziman ku sepanên bê hiqûqî yên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Xwarinek baş nadin girtiyan, di nav xwarina wan de neynûk û mû derdikevin. Fêkî nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jinan tevî ku jin bi nexweşiya Covîd-19’ê ketine jî xwarinek baş an jî fêkî nadine wan. Maske jî nadinê. Gardiyan dema wan dibin maske bikarnaînin.  Wekî din ji ber dayikek xwendin û nivîsandinê nizane, înfaza we hatiye şewitandin. Tevî van sepanan jî girtîgeha ku jin lê ragirtîne bi kamerayên ewlehiyê, serşok û odeyên wan tên temaşekirin. Ev yek ne tenê be hiqûqî ye bê exlaqiye jî. Hemû girtîgeh bi vî awayî ne. Yanî li ser girtiyan şerê derûnî tê meşandin. Yanî sepanên salên 80’an li girtîgehan tên meşandin. Ji salên 80’an heta niha tû tiştek li girtîgehan neguheriye. Dîsa dema girtî ji kantîne tiştekê dikirin, gardiyan li ser navê lêgerînê wî tiştî ji girtiyan distînin. Yanî tiştekî ku girtî ji kantîna girtîgehê bi perêyên xwe keribin jî dest deynin ser. Ev nakokiyek mezin e. Malbat bi fikarin, sirgun hene, girtiyên nexweş li ber mirinê ne, sepanên bi vî awayî li girtîgehan tên meşandin.”