Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin 2022-08-06 09:07:04 STENBOL - Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, bi lêv kir ku serlêdana wan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin gelek girîng e û wiha got: “Em mecbûr in azadiya birêz Ocalan ku nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din biparêzin.”   Ji bo binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê di sala 2013'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayîn. DMME'yê jî di 18'ê Adara 2014’an de biryar dabû ku ya li Îmraliyê tê kirin dijî xala 3'yan a Peyamana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku muameleya xirab û îşkenceyê qedexe dike. Paşê DMME'yê vê biryarê ku wekî biryara "Ocalan 2" bi nav kiribû, ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dabû.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku berpirsê kontrolkirina cîbicîkirina biryarên DMME'yê ye.    Di serlêdana de ku di 26’ê tîrmeha 2021’an de hatibû kirin, hatibû xwestin ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de ku DMME'yê gotibû cezayê muebbeda girankirî li dijî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), bikeve rojeva hemû civînên heftane û demkî yên komîteyê. Her wiha di serlêdanê de hatibû xwestin ku hejmara kesên ku li Tirkiyeyê cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn jî bê tespîtkirin. Komîteyê piştî 7 salan bi hewldana rêxistinên sivîl ên civakî mijar xistibû rojeva xwe û beriya civîna ku dê di 30’ê Mijdar û 2’yê Kanûnê de bikin de têkildarî pêvajoya bicihanîna biryaran û danezana saziyên sivîl ên civakî yên ji Tirkiyeyê agahî xwest.    Piştî serîlêdanê komîteyê di 3'yê kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêmkirin û vekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. Tevî ku ji meha îlonê re kêm wext maye jî Tirkiyeyê ne têkildarî hejmara kesên cezayê cezayê muebbeta girankirî ne jî têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine.  Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, biryara “Ocalan 2”, helwesta Komîteya Wezîran û helwesta Tirkiyeyê ya têkildarî dema ku komîteyê dayê wê nirxand.    BIRYARA DMME’YÊ ÎSPATA BINPÊKIRINAN BÛ   Ergul, diyar kir ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî, piştî Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê kete rojevê, bû qanûn û da zanîn ku ew qanûn ji wê rojê ve ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Ergul, bi lêv kir ku gelek caran diyar kirine ku ev biryar tê wateya binpêkirina qanûna îşkenceyê û “mafê hêviyê” û got: “Biryara DMME’yê ya binpêkirinê îspata pêkneanîna biryarê ya Tirkiyeyê bû.   NAVENDA KEYFIYETIYÊ ÎMRALI   Ergul, anî ziman ku weke rêxistinên sivîl ên civakî cara ewil serlêdaneke wisa ji bo Ocalan kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber komîteyê qasî 7 salan serlêdan nexist rojeva xwe Tirkiyeyê pergala muebbeta girankirî li hemû muxalefetê sepand. Tirkiye bi înîsiyatîfa ku makeqanûna darbeyê ya 1982’yan binpê dike, bi keyfiyetiyê tevdigere. Cihê herî guncav ku ev pergala muebbeta girankirî lê tê sepandin Îmrali ye. Dema me ewilî ji Komîteyê re ragihand, me bi lêv kir ku wê çawa ev guhertina qanûnê bi birêz Ocalan re têkildar bikin.”   ROLA SAZIYÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ   Ergul, da zanîn ku Tirkiyeyê heta niha hem ji bo kesên di nav koma muebbeta girankirî de cih digirin hem ji bo Ocalan hem jî ji bo girtiyên din bi israr bersivên ku manîpule bikin dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ev yek bi awayekî vekirî di biryara Kavala û Demîrtaş de dît. Mesele Komîte bi awayekî zelal dibêje ‘berdin’ lê Tirkiye biryara xwe bi cih naîne an jî di planên xwe yên çalakiyê de îdia dike ku bi cih tîne. Lê her du jî hêj di hundir de ne. Meseleya têkildarî ‘mafê hêviyê’ ya birêz Ocalan hinek din komplike ye. Divê carna mirov aşkere bike ku çima pêk neanîne. Niha Tirkiye li wir vê îdiayê dike; ‘Me biryara ‘Ocalan 2’ ku we şandiye wergêr kir û ji hemû meqamên darazê re, ji hemû mekanîzmayên edaletê re şand û em biryarê pêk tînin.’ Piştî danezanên me dayî jî vê bersivê dide, ‘Li Tirkiyeyê derfetê berdanê heye, tenê îstîsnayên wê hene’. Ji xwe tişta me aniye rojevê jî ev îstîsna ne. Rola saziyên sivîl ên civakî jî li vir derdikeve holê. Tirkiye ji sala 2014’an ve çend kesan cezayê hefsê yê muebbeta girankirî girtine, di girtîgehan de çend hikumxwarên muebbetên girankirî hene bi me re parve nake. Komîteyê ji Tirkiyeyê re got ‘van îstatîstîkan bi me re parve bike.’ Ji ber ku wê ev îstatîstîk vê yekê nîşan bide, Tirkiye vê biryarê di kesayeta bi sedan kesan de bi cih naîne.”    ‘BI AWAYÊ HIQÛQÎ TU WATEYA WÊ NÎNE’   Ergul, bi lêv kir ku hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 16 meh in bi parêzer, malbat û wasiyê xwe re nikare bike weke îzolasyoneke giran dibînin, li Îmraliyê şertên “imcamoninado” pêk tên û ev rewş bi tena serê xwe îşkenceyek e. Ergul, destnîşan kir ku ev yek weke şêweyeke cezakirinê tê sepandin û wiha domand: “Tu wateya tecrîda li birêz Ocalan tê sepandin di qanûn, makeqanûn û peymanên navnetewî de nîne, ev hemû tên wateya binpêkirinê.”   HEMÛ KÊMASIYÊN PERGALÊ HATIN RAGIHANDIN   Ergul, bi lêv kir ku tevî biryara komîteyê, Tirkiyeyê hem têkildarî Ocalan hem jî têkildarî girtiyên din heta niha tu gavên şênber neavêtine û wiha pê de çû: “Me bi awayekî zelal hemû kêmasiyên pergalê, pêkanînên keyfî yên desthilata siyasî çawa kirine qanûn ji Komîteyê re gotin. Niha li gorî bersiva ku hikumet bide an jî nede em ji nû ve serî li Komîteyê bidin. Heke Tirkiye tenezul bike bersivê bide em ê li dijî bersiva wan danezanekê bidin. Heke bersivê nede jî em ê têkildarî gav neavêtina wê bi awayekî berfireh dîsa danezanekê bidin.”   ‘DIVÊ JI GOTINA ‘EM BI FIKARIN’ WÊDETIR BIÇIN’   Ergul, destnîşan kir ku girêdayî bersivdayîn an jî nedayîna Tirkiyeyê ya heta 22’yê Îlonê wê wesfa serlêdanê were guhertin û got: “Hem di rayagiştî ya welat de hem jî di rayagiştî ya navnetewî de zext bên kirin. Divê li vir mirov berfireh bifikire. Ne pêkane ku tenê bi Komîteyê bimeşe. Hemû dinya dibîne ku niha li birêz Ocalan û li hin girtiyên li Tirkiyeyê cezayê muebbeta girankirî lê hatine birîn rîska ku heta mirinê di girtîgehê de bimînin dibînin. Divê ji xwe ji bo Komîte di vê mijarê de peywîra xwe bîne bi cih zextê bike û vê yekê zêdetir bîne rojeva xwe. Her çiqas mesele bê siyasîkirin jî û her çiqas siyasî be jî mesele qesta jiyana mirovekî ye. Pergaleke ku li pêş çavên hemû cîhanê, tecrîda girankirî li kesekî ku gelekî weke serok dibîne disepîne û qanûna îşkenceyê binpê dike heye. Ji ber vê yekê meseleyeke hemû cîhanê eleqedar dike heye. Divê welatê rojavayê cîhanê ji gotina ‘em bifikar in’ wêdetir daxuyaniyekê bidin.   DIVÊ GAVÊN HIŞK BÊN AVÊTIN    Dibe ku parlamenterên Parlamentoya Ewropayê vê têxin rojeva xwe. Ji ber gavneavêtina Tirkiyeyê divê Komîteya Wezîran gavên hişktir biavêje. Em qala azadiya kesekî nakin. Ji ber vê yekê divê hemû mekanîzma û taktîk bên bikaranîn.”   ‘DIVÊ DESTHILAT Û MUXALEFET BIBÎNE’   Ergul, anî ziman ku ji ber hem desthilata siyasî hem jî mûxalefeta fermî ji rewşa Birêz Ocalan ku gelê kurd weke serokê xwe dibîne ditirse, ev polîtîkaya tecrîdê didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em mecbûr in azadiya birêz Ocalan ku nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din biparêzin. Divê em vê di çarçoveya mafên mirovan de, dema ji bo herkesê înfaza wekhev diparêzin mecbûr in vê yekê bînin ziman. Ji bilî rojeva siyasî, vîna çareserî û vîna aştiyê jî divê em vê parêzin. Lê heke ji bo pirsgirêkên ku îro berdewam dikin û meseleya heyî û avakirina aştiyeke birûmet gelê kurd Îmraliyê nîşan bide, desthilata siyasî jî muxalefet jî mecbûre vê yekê bibîne. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê partiyeke siyasî ku îdiaya wê ya aştî û demokrasî heye û desthilata siyasî jî divê di vê mijarê de gavê biaveje.”   MA / Ergîn Çaglar