Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat 2022-08-06 10:47:47   MÊRDÎN - Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de ku ji ber windakirina 3 jê zarok bi giştî 7 kes û çawişê pispor Bîla Batirir hatibû vekirin de dadgehê ji bo bersûcan biryara beraetê dabû. Dadgehê niha jî biryara pêwîstekî ragihand û di biryara xwe de koordînatên fermî yên cînayetê, hestiyên hatine dîtin û agahiyan şahidan ji nedîtî ve hat.    Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara sala 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 kes hatibûn binçavkirin û qetilkirin. Her wiha çawişê pispor Bîlal Batirir jî hatibû windakirin. Ji ber van cînayetan, Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendê ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de derheqê 18 bersûcan de bi sedema “kuştina bi zanebûn” doz hatibû vekirin û di 4’ê tîrmehê de jî biryara hate dayîn. 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê derheqê 18 bersûcan de biryara beraetê da û biryara xwe ya pêwîstekî ragihand.    JI BO MÎNAKÊN DNA’YÊ DERFET NEDÎT   Tevî ku hestiyên 7 kesan hatibûn dîtin jî di pêwîsteka biryarê de ji bo gotinên şahidan îdiaya “tenê bihîstine” hate kirin û wiha hat gotin: “Yek şahidekî di dosyayê de raste rast nedîtiye ku bersûcan qurbanî kuştî ye.” Hatibû daxwazkirin ku mînakên DNA’yê yên qurbaniyan û bersûcan bên girtin û dadgehê bi vê hincetê ev daxwaz red kir: “Derfeta lêkolînkirina genetîka molekuler nîne.”    QALA KOORDÎNATÊN FERMÎ NEHAT KIRIN   Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku nivîsên weke bersiv ji dadgehê re hatine şandin li dijî bersûcan in û ev îdia kir; “Nivîsên fermî, gotinên şahidan piştrast nakin.” Her wiha Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di sala 2015’an de nivîsa bi ser navê “koordînatên fermî yên cînayetan” ji dosyayê re şandibûn lê dadgehê qet qala vê nivîsê nekir. Di nivîsa behsa xeberê de balê dikişînin ser girteka roja Mehmet Tîre hatiye binçavkirin. Her wiha hatibû ragihandin ku koordînatên li rojhilatê gundê Dîlanê (50-51) û koordînatên şikeftên Pekurtê yên gundê Dîlanê ku  hestiyên Nedîm Akyon û Davût Altinkaynak lê hatibûn dîtin, heman koordînat in.    HESTÎ WEKE DELÎL NEHATIN DÎTIN   Dadgehê ji bo Abdurrahman Olcay û Abdurrahman Coşkun ku piştî hatine berdan hatibûn kuştin got; “nayê zanîn bê ka kê çawa kuştine û delîlên şênber tune ne,” ji bo Suleyman Seyhan, Mehmet Emîn Aslan, Nedîm Akyon, Seyhan Dogan û Davût Altunkaynak ku tevî dayika xwe hatibû binçavkirin û li pêş çavên dayika xwe hatibû îşkencekirin jî ev îdia kir: “Di qeydên fermî de binçavkirinek xuya nake.” Her wiha dadgehê hestiyên hatine dîtin, gotinên şahidan û nivîsên fermî jî jinedîtî ve hat û ev îdia kir: “Heke were qebûlkirin ku bi awayekî nefermî hatine binçavkirin jî, delîlên şênber di dosyayê de nînin bê ka çawa û ji hêla kê ve hatine kuştin.” Dadgehê destnîşan kir ku cenazeyê Bîlal Batirir nehatiye dîtin, derheqê bûyerê de delîl nehatine peydakirin û di hevdîtinên bi şahidan de re jî li rastî sûcekî nehatine.    Di biryara pêwîstekî de dadgehê herî dawî wiha got; “Ji ber ku delîlên jêbawer, teqez û şênber nehatine bidestxistin, nehatiye tespîtkirin ku bersûcan ev kuştin pêk anîbin. Lewma jî yek bi yek hemû bersûc hatine beraetkirin.”    MA / Ahmet Kanbal