Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan 2022-08-06 11:03:09   AMED - Polîsên parêzvanên Sekreterê Giştî yê Şaredariya Amedê Abdullah Çîftçî li Sakizci Memo ku li bajêr her kes jê hez dike dane.    Parêzvanên Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî ku berê qeyûmê navçeya Sûrê bû, êrişî Sakizci Memo (Mehmet Kizilay) ku li bajêr her kes jê hez dike kirin. Polîsên parêzvanên sekreter li Memo didin û wî diêşînin. Memo ji ber ku benîştan difiroşe û debara xwe pê dike wek Sakizci (Benîştvan) Memo tê nasîn. Hat zanîn ku roja 1’ê tîrmehê dema Wezîrê Maliye û Xezînê Nureddîn Nebatî hatibû Amedê, parêzvanên Çîfçtî li Memo dane.    4 POLÎSÊN PARÊZVAN LÊDANE    Memo behsa tundiya li ser xwe kir û destnîşan kir ku kêliya ku Nebatî serdana Sûrê kiriye, wî jî nelirêtiyên li Şaredariya Sûrê aniye ziman ewilî Çîftçî xwestiye wî bêdeng bike. Memo diyar kir ku wî li cem wezîr Nebatî ji Çîftçî re gotiye, “Tu serokê şaredariyê yî. Divê tu li feqîran binêrî. We dinyayek pere dizî kirin û we diziye kir.” Memo da zanîn kêliya wî wisa gotiye 4 polîsên parêzvanên Çîftçî wî zeft kirine û birine kuçeyek û lê dane.    Memo gazî Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir û xwest Çîftçî û polîsên parêzvan ku tundiyê lê kirine ji wezîfeyê bigire.