Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye 2022-08-06 11:10:21 AMED - HDP’ê amadekariyên mitînga ku dê îro li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” qedandin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên mitînga xwe ya ku dê îro li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li dar bixe, qedandin. Hemû rêyên derdikevin Cehdeya Akkoyunlu ku Qada Îstasyonê li wê derê ye, ji şevê din ve li trafîkê hatin girtin.    Mijarên sereke yên mitîngê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, gefên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin, rewşa girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û krîza aborî ye.    LI HERÊMÊ XEBATA BÊNAVBER   Di serî de li Amedê, HDP bi roja ye li her çar aliyên bakurê Kurdistanê bi gel re hevdîtinan dike û gel vedixwîne mitîngê. 25 parlamenterên HDP’ê bi rojan li 17 navçeyên Amedê bênavber xebat meşandin. Di xebatan de HDP’iyan pirsgirêkên gel guhdarî kirin, têkildarî rexne û pêşniyarên wan jî raporek amade kir. Di çarçoveya xebatan de duh li Rezan, Peyas û Sûrê meş hatin lidarxistin û banga tevlibûna mitîngê li gel hat kirin.    GIRÎNGIYEKE MEZIN PÊ DIDIN   HDP girîngiyeke mezin bi vê mitîngê dide û tê payîn ku ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan û gelek bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî gelek kes tev li mitîngê bibin. Dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Serokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar tev li mitîngê bibin. Mitîng saet di 17.00’an de dest pê dike.