Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin 2022-08-06 13:52:20 MEREŞ - Li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan hatin reşandin. Midûrê girtîgehê got; “leşkeran wisa kir” û bûyer paşguh kir.  Girtiyê bi navê Kemal Demîrbaş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê tê ragirtin, di hevdîtina vekirî ya vê hefteyê de ji malbata xwe re got ku bi guleyan gefa kuştinê li girtiyan tê xwarin. Demîrbaş, da zanîn ku çendek roj berê di saetên derveyî mesaiyê de gelek guleyên demanceyê li cihê hewadarkirinê yê odeya wan hatine reşandin û ji van guleyan hinek li ser banê girtîgehê û yek jî li cihê hewadarkirinê ketiye. Bi domdarî Demîrbaş destnîşan kir ku guleya li cihê hewadarkirinê ketî ji midûrê girtîgehê re birine û pirsa “wateya vê çi ye?” jê kirine. Di berdewamê de Demîrbaş da bi lêv kir ku midûrê girtîgehê ji wan re gotiye leşkeran ew gule reşandine û ev tişt anî ziman: “Gefa kuştinê li me dixwin. Divê raya giştî di vê mijarê de were agahdarkirin.”    Zelîha Demîrbaş ku bi birayê xwe re hevdîtin kiribû, fikarên xwe vegotin û xwest ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên hiqûqê biçin serdana girtîgehê û bûyera behsa xeberê lêkolîn bikin. Demîrbaş, anî ziman ku birayê wê ev 27 sal in di girtîgehê de ye û wiha domand: “Cezayê muebbetê lê hat birîn û dê 4 sal piştre were berdan. Lewma gefan lê dixwin. Fikarên me hene. Jixwe girtiyên ku demekî dirêj di girtîgehê de dimînin bi gelek nexweşiyan dikevin. Li şûna ku berdin, gefa kuştinê lê dixwin. Em ditirsin. Par jî gardiyanên wê girtîgehê bi devkî gef li birayê min xwaribûn. Di hevdîtina vekirî ya ewil a piştî pandemiyê de birayê min got gardiyan bi gotinên; ‘me yên li çiyê qedandin dor tê we’ gef li wî xwarine.”   Demîrbaş da zanîn ku ji ber guleya li cihê hewadarkirinê ya girtiyan ketî, wan bi daxwazanemeyekê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê dane.    Ji bo bûyera behsa xeberê em li girtîgehê geriyan û xebatkarekî girtîgehê got haya wan ji wê guleyê nîne û ji ber ku dawiya hefteyê ye, kesekê peywirdar li girtîgehê nîne.