Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir 2022-08-06 15:05:48   STENBOL - Lîstikvan Nûr Surer di Mîhrîcana Fîlmên Tirk a Frankfurtê de hêjayî “Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Emr” hate dîtin. Surer, xelata xwe da Dayikên Şemiyê.    Di Mîhrîcana Fîlmên Tirk a Frankfurtê de Nûr Surer hêjayî “Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Emr” hate dîtin. Surer, xelata xwe wergirt û diyarî Dayikên Şemiyê kir. Surer, ji bo ku xelatê bide Dayikên Şemiyê çû Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê. Di hevdîtina li ÎHD’ê de gelek xizmên windakiriyan û parastvanên mafên mirovan jî amade bûn.    Di hevdîtinê de ji ewilî Masîde Ocak axivî û da zanîn ku lîstikvan Nûr Surer ev demekî gelek dirêje li Qada Galatasarayê piştgiriyê dide wan.    ‘EZ MIROVA ŞEMIYÊ ME’    Nûr Surer jî ji ewil xizmên windakiriyan ên bêyî ku xizmên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Peyva şemiyê her tim Dayikên Şemiyê tîne bîra min. Di hemû rojên şemiyê yên ku nedixebitiyam de çûm Qada Galatasarayê. Ez Mirova Şemiyê me. Min ti xizmên xwe winda nekirine lê min xwe her tim li kêleka wan dayikan dît, dilê min her tim bi wan re lê dida. Dema min li Frankfurtê xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê dikir, siyasetmedarên li wê derê jî hestiyar bûn. Ez gelek keyfxweş im ku bi dayikan re me. Jidil bawerim ku di demekî kin de em ê em dê vegerin Qada Şemiyê û heta windakiriyê dawî jî tê dîtin têkoşîna xwe bidomînin” Piştre jî Surer, xelata xwe da yek ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun ku hevjînê wê Fehmî Tosun di bin çavan de hatibû windakirin. Di dema dayîna xelatê de beşdaran demekî dirêj çepik lê dan.    ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’    Hanim Tosun jî bi lêv kir ku ew xelatê li ser navê hemû dayikan digire û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî diyarî dayika Emîne dikim. Em li ser navê hemû dayik, bav û mirovên şemiyê digirin. Baş e ku mirovên wekî we hene. Em ê we ji bîr nekin. Heta aqûbeta hemû windakiriyan tê zanîn em ê hesabê bipirsin.”    Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî ji ber piştgiriya Surer a bi Dayikên Şemiyê re spasî kir û da zanîn ku bûye dengê wan.