Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn 2022-08-06 15:37:24   ÊLIH - Xizmên Windakiriyan û ÎHD’a Êlihê di hefteya 540’emîn de li aqûbeta Resûl Saçan ê 28 sal berê li Êlihê hat windakirin pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê di hefteya 540’emîn de çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Abîdeya Mafê Mirovan a serê Kolana Gulsistanê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Resûl Saçan ê di 9’ê tebaxa 1994’an de li ber dikana xwe ya li taxa Aydinlik a Êlihê ji aliyê çend kesan ve hatibû revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Endamê Rêveberiya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Zekî Tanguner serpêhatiya windakirina Saçan xwend û destnîşan kir ku heta ew encamê ji aqûbeta windakiriyan bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.    Tanguner çîroka windakirina Saçan wiha vegot: “Em serlêdana bavê Resûç Saçan ê winda ku serî li komeleya me daye, bi we re parve dikin; ‘Lawê min Resûl di 9’ê tebaxa 1994’an de dema dikana xwe digirt û dixwest vegere malê ji aliyê çend kesan ve bi darê zorê hat revandin. Bi hefteyekê beriya winda bibe, gotibû du polîsên sivîl çûne mala wî û li karûbarê wî pirsîne. Gotiye ez qesabiyê dikim. Polîsek jê re gotiye, ‘tu qesabê mirovanî an yê sewalanî?’ Wî jî gotiye qesabê sewalan im. Hefteyek piştî vê bûyerê lawê min hat revandin. Li gorî agahiyên ku Fahrettîn Tan ê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatibû revandin û berdan; li gundê Zorava ya bi ser Êlihê ve ku Azîz Onluk, Hasan Onluk û Îlhamî Onluk ku bi hev re diman û li bin mala Azîz Onluk, wek stargehê hatiye bikaranîn û Resûl Saçan, Zeynel Kursep, Mahmût Demîr, Îsmaîl Agaya, kurê Hecî Selîm (prîketvan) li vir hatine hiştin. Ev stargeh di sala 1998’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dîtin lê belê tu agahî ji Resûl Saçan nehatiye girtin. Hemû serlêdanên malbatê ji bo saziyên fermî bêencam maye û derbarê aqûbeta Resûl Saçan de tu pêşketin çênebûye.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.