Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê 2022-08-06 16:36:31   AMED - Di torena Xelatên Azadiya Çapemeniyê ya TGC’ê de di “Beşa Şexs” de 16 rojnamegerên kurd ên girtî hêjayî xelatê hatin dîtin û xelata wan dan DFG’ê.    Xelatên Azadiya Çapemeniyê ku ji sala 1989’an heta niha ji hêla Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) ve tên dayîn, di 22’yê tîrmehê de li Muzeya Çapemeniyê ya TGC’ê hatin dayîn. Rojnamegerên kurd Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Elîf Ungur, Lezgîn Akdenîz, Îbrahîm Koyuncu, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Suat Doguhan û Zeynel Abîdîn Bulut ku di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, di “Beşa Şexs” de hêjayî xelatê hatin dîtin.    Di merasîma torenê de Nûnerê TGC’ê yê Amedê Faruk Balikçi li ser navê rojnamegeran xelat wergirt û da yek ji rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Hakki Boltan.    AZADIYA ÇAPEMENIYÊ NÎNE   Balikçi plaketa xelatê da û da zanîn ku ev xelat ji bo piştevaniyê gaveke girîng e. Balikçi, da zanîn ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne û got ku xebatkarên çapemeniya azad tevî hemû zextan jî xebata xwe didomînin û ji ber vê jî wan pîroz dike.    Boltan jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û diyar kir ku wergirtina vê xelatê li ser navê hevalên xwe, ji bo wî cihê rûmetê ye.