Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin 2022-08-06 17:45:43 STENBOL - Parlamenter Sarûhan Oluç piştgirî da çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û got; “Ji lêgerîna edaletê netirsin.” Parlamenter Mûrat Sarisaç jî wiha bertek nîşanî polîsan da: “Heke we ev artêşa polîsan li dijî mafyayan bi kar aniya, niha welat mîna gulistanê bûya.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan çalakiya xwe di hefteya 20’an de li Qada Esenyurtê li dar xist. Polîsan beriya daxuyaniyê qad dorpêç kiribûn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç, Mûrat Sarisaç, Habîp Eksîk, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û gelek kesên din jî piştgirî dan malbatan.    Girseya ku li pêşiya avahiya HDP’a Esenyurtê hat ba hev, xwest ber bi qadê ve bimeşe lê polîsan hewl dan pêşî lê bigirin. Tevî astengkirinên polîsan jî malbatan dest bi meşê kir. Li ser vê yekê polîs neçar man ku paşdegav biavêjin û destûra meşê bidin. Girseyê jî dest bi meşa xwe kir û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Li ser berzkirina dirûşmê, polîsan di kolanê de girse dîsa xist dorpêçê. Malbatên girtiyan jî bi çepik û dirûşman dorpêça polîsan protesto kirin.    WELATIYAN PIŞTGIRÎ DAN   Rojnamegeran xwestin ku çalakiya malbatên girtiyan bişopînin lê polîsan destûr nedan û xwestin rojnamegeran ji qadê dûr bixin. Rojnamegerên bertek nîşanî vê hewldanê dan jî ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û ji dorpêçê hatin dûrxistin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî êrişa tund a polîsan dan û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û çepikan piştgirî dan çalakiya malbatan.    'TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDOME’   Parlamenterê HDP’ê Sarûhan Oluç di dorpêça polîsan de axivî û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniya ku malbat dixwazin bidin, daxuyaniyeke rewa ye. Pir zelal e bê ka daxwaza dayikan çi ye. Ji bo edaletê têdikoşin.  Malbatên girtiyan ji bo girtiyên kal û nexweş edaletê dixwazin. Divê girtî rojên xwe yên dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. Vaye têkoşîna edaletê ya dayikan ev e. Divê kesek ji vê lêgerîna edaletê netirse. Ji ber ku heke edalet nebe û hiqûq were binpêkirin, li wî welatî ne wekhevî, ne demokrasî û ne jî daraz nema ye. Lewma divê lêgerîna edaletê ya dayikan neyê astengkirin.”    SARISAÇ: MA HEWCEYE MAFYA BIN?   Dema axaftin didomiyan, komek bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” ber bi çalakvanan ve hat. Lê belê polîsan ew kom dorpêç kir. Parlamenter Mûrat Sarisaç jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Heke mafya bûna dê we destûr bidaya. Ma hewceye ileh mafya be? Ger we ev artêşa xwe ya polîsan li dijî mafyayê bi kar aniya, niha ev welat bûbûya gulistan. Heke mafya bûya dê we li hemberî wan xwe bitewanda.”    Girseyê dorpêça polîsan derbas kir û ber bi Rêxistina HDP’a Esenyurtê ve meşiya. Girseyê li vê derê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.