Mitînga Çareserî em in dest pê kir 2022-08-06 18:14:30 AMED - Mitînga HDP’ê ku bi dirûşma “Çareserî em in” li Qada Îstasyonê li dar dixe, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Ji ber ku polîsan dest danî ser postera Aysel Tugluk, di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket.    Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li Qada Îstasyon a Amedê tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li gel ku hewa gelek germe jî ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes tev li mitîngê bû.    Di mitîngê de dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz biaxivin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, TUHAD-FED, Komeleya Jinan a Rosayê, OHD, ÎHD, DÎK, GOÇ-DER, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya 78’an jî tev li mitîngê bûn.    Li Qada Îstasyonê ku bi dehhezaran kes lê kom bûne, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.    Her çend ku polîsan xwestibin destwerdanê li pergala deng bikin jî girseyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kir.    Polîsan dest danîn ser posterê Aysel Tugluk. Li ser vê yekê di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan bertek nîşanî polîsan da û da zanîn ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li pey provakasyonan e. Ocalan, xwest ku polîs xwe paşve vekişînin.      DERFETÊN ÇARESERIYÊ HENE Piştî provakasyona polîsan jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Şîrîn Şehîr axaftina destpêkê kir. Şehîr da zanîn ku niha yek jê mezintirîn krîzên dîrokê tê jiyîn û wiha got: “Derfetên çareseriyê herî mezin niha di roja me de hene. Em ji hezaran azadîxwazên li vê qadê re dibêjin ku çareserî em in.” VAYE QAD, VAYE GEL Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Daxwaza azadiyê, hestekî ewqas xurt e ku tu tişt nikare xwe li pêşiya wê bigire. Vaye delîla vê ya herî mezin jî Qada Îstasyonê ye. Amed dîsa dîrokê dinivîse. Derseke baş didin kesên ku hêviya xwe girêdayî şer, dijminatiya jinan û tecrîdê kirine. Her bijî Amed. Dê encamekî ji polîtîkaya şer negirin. Zext dê nekarin me ji rêya me bikin. Gelê Amedê derseke baş dide kesên ku heta niha ev îrade fêm nekirine. Heke we heta niha fêm nekiribe vaye ji we re qad, vaye ji were gel. Amed hêviya demokrasiyê ye, navê serkeftinê bi xwe ye.”