Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye 2022-08-06 18:42:53 AMED - Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk di mitînga Amedê de axivî û wiha bang li desthilatdariyê kir: “Çareserî ne li Soçiyê lê di azadiya birêz Ocalan de ye.”  Mitînga herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li dar dixe, bi coşa dehhezaran kesan didome. Tevî provakasyonên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê jî girseyê pankarta mezin a bi nivîsa “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû xistin qada mitîngê.    ‘ÇARESERÎ SOÇÎ NÎNE’   Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di mitîngê de axivî û wiha got: “Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye. Sedema ve jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Desthilatdariya faşîst li derve li çareseriyê digere. We di 5’ê nîsana 2015’an de biryara girankirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan dan. Hûn bi feraseta ku ev sed sal in didome tevgeriyan û got qey dê bi qetilkirin û girtinan kurdê ku dixwazin biafirînin. Qada Îstasyonê careke din nîşan da ku ev plana we negirtiye. Ji bo çareseriyê berê xwe didin Soçiyê lê çareserî ne li Soçiyê, çareserî li Îmraliyê ye û di azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan de ye.”    ‘HETA HESAB NEYÊ DAYÎN HEVHELALKIRIN NABE’    Bi domdarî Ozturk got ku di salên 1980’an de li zindanan ser kurdan hovîtiyeke mezin hate kirin û wiha pê de çû: “Xwestin kurdan teslîm bigirin û xiyanetê pêş bixin. Lê belê rêhevalên me berxwedaneke mezin raber kirin û bersiveke mezin dan. Kurd li hemberî we serî natewînin. Kurdan ji bo her destkeftiyekê bedelên giran dan. Dê ev berxwedan ji vir û şûnde jî bidome. Banga me ji bo muxalefetê ye. Qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hesaba Zîlan, Dêrsim û Roboskê neyê dayîn em ê çawa hevhelal bikin? Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Bi dijminatiyê nabe. Her êrişa we me bihêztir dike. Divê em salên 2013-2015’an bînin bîra xwe. Bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Lê bi kêrî we nehat û we pêvajo têk bir. Lê çi dibe bila bibe hûn dê rûnin ser wê maseyê. Ji bilî wê tu vebijêrkên din nînin.”      Mitîng bi axaftinan didome.