ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-07 09:00:05     * Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê ku dixwaze rê ji bo operasyonek li dijî Rojava bide destpêkirin û got: "Ji ber ku li pêşiya Erdogan hilbijartin heye, ji bo Rûsya di polîtîkaya hundir de erênî nêzîk bibe wê hesasiyetên Rûsyayê zêdetir berçav bigire. Ne hêsane Tirkiye operasyoneke leşkerî bike."     *  Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku pêkanîneke taybet a desthilatê ya li dijî jinên HDP’î heye û bi lêv kir ku biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nas nakin.    * Cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol ku di 16’ê Mijdara 2017’an de li herêma Zozanên Şênê ya navçeya Pasûrê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, tevî hemû hewldanên malbatê jî ev 6 sal in nayê dayîn.    * Li herêma Rîsor a Bestayê ev du sal in bênavber dar tên birîn. Şêniyên herêmê da zanîn ku bi hinceta rêyan heta niha qira daran hatiye anîn û wiha gotin: “Ji bo bêhtir daran bibirin dê rêyên nû çêbikin. Heke wiha bidome dê heta dawiya salê Rîsor mîna çolê bibe.”    * Li Şirnexê qada seyrangehê ku ji aliyê DÎKA û Îdareya Taybet a Bajêr ve bi 5 milyon lîre lê hatine xerckirin bêxwedî hatiye hiştin, qismekî bankê di nav de hatine dizîn qismek jî ji saziyên cuda re hatine şandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 517'emîn de berdewam bike.    * Hewldana 78'an ji ber ku hewldan ji Pirsûsa Rihayê derketiye bi boneya armanca hewldanê û dîroka wê dê komxebatek bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li Amedê serdana partiyên kurd bike. (11.00-16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê dê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li Qada Kartalê mitîng li dar bixe. (17.00) ZINDÎ