Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê 2022-08-07 09:05:29 AMED - Cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol ku di 16’ê mijdara 2017’an de li herêma Zozanên Şênê ya navçeya Pasûrê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, tevî hemû hewldanên malbatê jî ev 6 sal in nayê dayîn.          Cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) ku di 16’ê mijdara 2017’an de li herêma Zozanên Şênê ya di navbera navçeya Pasûra Amedê û Mûşê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, tevî hemû hewldanan jî nadin malbata wê. Ligel ku di 17’ê adara 2019’an aşkere bû ku Erkol jiyana xwe ji dest daye, bav Hesin Erkol, serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê da. Pişt re Erkol bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê kete nava hewldana û ji bo testa DNA’yê xwîn da Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Fermandariya Cendermeyan a Bajêr, piştî 4 mehan li Erkol geriya û got ku dikarin bên cenaze wergirin. Li ser vê yekê  Erkol ê çû Amedê, bi leşker û polîsan re çû Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Dozgeriyê bi hinceta 3 cenezayên ku di gora hate vekirin de ne diyarin ku aydê kê ne, biryar da ku gora hatibû vekirin dîsa bê girtin.    RAPOR HATE WINDAKIRIN   Aşkere bû ku “rapora pisportiyê” ku zayendê diyar dike ya di sala 2019’an de li Miduriyeta Şaxa Lêkolînên Biyolojîk a Amedê hate nivîsîn û ji cenderme û dozgeriya têkildar re hate şandin hatiye windakirin. Malbata Erkol bi rêya parêzerên xwe di 18’ê tebaxa 2020’an de ji bo aqûbeta dosyayê bê aşkere kirin, lêpirsîn bi awayekî bi bandor bê rêvebirin û cenaze demildest bidin wan dîsa bi awayekî nivîskî serî lê da. Miduriyeta Laboratuara Polîsan a Krîmînal a Amedê, di 19’ê tebaxa 2020’an de raporeke zêdek amade kiribû û ji Fermandariya Cendermeyan a Peyasê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.    CIHÊ GORA WÊ HATE TESPÎTKIRIN   Dozgeriyê li ser rapora ku di encama serlêdana malbatê de hate temamkirin, daxwaza krokiya gorê kir. Derket holê ku di 2 gorên cuda ku li beşa “Goristana Bêkesan” a Goristana Asrî ya Yenîkoya li navçeya Rezana Amedê de ne, di her gorekê de cenazeyê 3 endamên HPG’ê hene. Hate diyarkirin ku her gor bi awaye “Pasûr Zozanên Şênê 3 Zilam” û “Pasûr Zozanên Şênê Perçeyên 3 cenazeyan” hatine nimrekirin. Hate diyarkirin ku li gorî rapora otopsiyê û pisporiyê ya di 19’ê mijdara 2017’an de hatiye kirin, cenazeyê Erkol di gora bi navê “Pasûr Zozanên Şênê Perçeyên 3 cenazeyan” de ye. Ji 19’ê mijdara 2017’an ve cenazeyê Erkolê hêj radestî malbatê nehatiye kirin.    ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Erkol diyar kir ku ji roja keça wî jiyana xwe ji dest dayî ve 8 caran ji Wanê çûye Amedê lê tevî hemû hewldanan jî cenaze nedane wan û heqaret li wan hatiye kirin. Erkol, bi lev kir ku heqaret tenê li wan nehatiye kirin li cenazeyan jî hatiye kirin û wiha got: “Saziyên têkildar ji bo ku cenaze nedin her tim hincetekê dibînin. Tahlîl hatine kirin. Ma nizanin kîjan hestî aydê kê ne? Dizanin lê meseleya wan heqaret û zilim kirine. Armanca wan êşandina malbatan e. Lê bi tişta ew dikin canê me naêşe. Ew şehîda gelê kurd e. Ne girîng e cenazeyê me li Amedê an li Wane be lê daxwaza me ewe ku goreke wê hebe û wecîbeyên olî pêk bînin û em biçin ser gora wê.”   Erkol destnîşan kir ku dest ji hestiyên keça xwe bernade û ji bo cenazeye keça xwe bigire wê heta dawiyê têbikoşe.