Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike 2022-08-07 09:07:17 ENQERE - Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê ku dixwaze rê ji bo operasyonek li dijî Rojava bide destpêkirin û got: "Ji ber ku li pêşiya Erdogan hilbijartin heye, ji bo Rûsya di polîtîkaya hundir de erênî nêzîk bibe wê hesasiyetên Rûsyayê zêdetir berçav bigire. Ne hêsane Tirkiye operasyoneke leşkerî bike."     Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê hatin gelhev. Piştî hevdîtina bi vexwendina Pûtîn pêk hat, danezaneke hevpar hate weşandin. Di danezanê de wiha hate gotin: “Serok, wê li dijî hemû rêxistinên terorî yên li Sûriyeyê wê di nava piştevaniyê de be û biryardayîna xwe ya bi hev re tevgerînê, teyît kirine.”   Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû yê ku derbarê Rojhilata Navîn de xwedî ezmûn e, danezana hevpar a piştî hevdîtina di navbera Erdogan û Pûtîn de hate kirin, nirxand.    ‘DI SERDEMEKE KRÎTÎK DE PÊK HAT’   Ozûgûrlû, destnîşan kir ku hevdîtin di demeke krîtîk de pêk hat û wiha got: “Serdemeke ku hem meseleya Rûsya û Ûkraynayê heye, hem hewldanên Amerîkayê yên ku berê xwe bide Asyaya Pasîfîk, krîza Tayvanê ya bi Çînê re dijî heye û her wiha Amerîka li gorî planên xwe hewl dide Rojhilata Navîn dizayn bike. Têkiliyên Tirkiyeyê û Amerîkayê wekî ku tu deman nebûyî di rewşeke nebaş de ye.” Ûgûrlû, bi bîr xist ku piştî Zirveya Riyadê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden li Tahranê zirveyeke bi sê kesan pêk hat û wiha berdewam kir: “Lê dema em ji aliyê Tirkiyeyê ve lê dinêrin, di Zîrveya Tahranê de encameke tam derneket. Em dibînin ku Îran û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê de pêşniyarên Tirkiyeyê tam qebûl nekirine.”   ‘PÊDIVIYA WAN BI HEVDU HEYE’   Ozûgûrlû, girîngiya hevdîtinê ya ji aliyê Erdogan ve wiha nirxand: “Tirkiye ji aliyê aboriyê ve bi rastî jî di rewşeke zor de ye. Li aliyê din di polîtîkaya hundirîn de Erdogan weke siyasî jî di demên zehmet de derbas dibe. Ji ber wê yekê pêdiviya wan bi hevdu heye. Tam jî di demeke wisa de Pûtîn konjoktur weke firsendekê nirxand. Li aliyekî pêdiviyên Rûsyayê yên bi Tirkiyeyê re li aliyê din pêdiviyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re her du alî anîn cemhev.”    Ozûgûrlû, derbarê têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê yên di danezanê de cih digirin jî wiha got: “Rûsyayê danekirinên li ser xwe zanî weke çekekê berê wê bide aliyê din. Lê Rûsyayê di heman demê de dixwaze têkiliyên xwe bi rojavayê cîhanê re rast bike. Berdewamkirina qeyraneke wisa ji bo Rûsyayê jî ne erênî ye. Hin çareserî ne rast e rast jî be Rûsyayê cardin vedigerine ser maseya navnetewî. Ji aliyê Rûsyayê ve meseke tenê îxrackirina dexl nîne. Li vir noxteyên xaçerêkê yên girîng hene. Em qala Tirkiyeyê, Behrareş û derbasbûna wê ya pazarê dikin. Di heman demê de Tirkiye weke dîplomatîk hewl dide li cem rojavayê cîhanê prestîjekê qezenc bike. Ji ber vê yekê rewşeke ku bi kêrî her du aliyan jî were ye.”   Ozûgûrlû, wate û girîngiya hevdîtinê ya din jî wiha şirove kir: “Derket holê ku hin rewşên kirîtîk ên Rûsyayê de weke muhatap ya li cem bisekine hikumeta AKP’ê ye. Tê dîtin ku îhtîmal heye di siyaseta hundirîn de Rûsya jî li cem Erdogan bisekine.”   ‘JI OPERASYONA SÛRIYEYÊ RE NIKARÎ PIŞTGIRIYÊ BIGIRE’   Ozûgûrlû, têkildarî destnîşankirina “Serok, wê li dijî hemû rêxistinên terorî yên li Sûriyeyê wê di nava piştevaniyê de bin û biryardayîna xwe ya bi hev re tevgerînê, teyît kirine” ku di danezanê de cih digire jî wiha got: “Ez nafikirim ku wê Erdogan ji Rûsyayê ji operasyona Sûriyeyê piştgiriyê bikare wergire. Bi rastî jî heke tişteke wisa bikare were kirin, dikare bi rêveberiya Sûriyeyê re di nava koordînasyonê de be. Bingeha vê fikra min jî ev e; Rûsya naxwaze Tirkiye gaveke li dijî Sûriyeyê biavêje. Daxwaza wê ev e.”   ‘DI NAVA HER SÊYAN DE MUTABAKAT NÎNE’    Ozûgûrlû, da zanîn ku di nava Rûsyayê û Tirkiyeyê de ji bo penasekirina “rêxistinên terorê” mutabakateke tam pêk nehatiye û wiha domand: “Di nava Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de mutabakatek pêk nehatiye. Mînak Tirkiye QSD’ê weke “teror” bi nav dike. Lê Rûsya û Sûriye vê wisa penase nakin. Sûriye herî zêde weke ‘cudaxwaz’ penase dike. Têkiliyên Tirkiyeyê rast e rast an jî neyekser bi hin rêxistinan re têkiliya wê heye. Li dijî vê Rûsya, Sûriye û Îran van rêxistinan weke ‘rêxistina terorê’ bi nav dike. Ji ber vê yekê di nava her sê yan de mutabakatek nîne. Ez nafikirim ku wê Rûsya ji operasyona Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê re niha bêje ‘erê’. Heke peymaneke veşartî nehatibe kirin ez difirikim ku Rûsya di vê hevdîtinê de jî di heman pozîsyonêde ye.”   ‘ZEHMET E KU TIRKIYE OPERASYONÊ BIKE’   Ozûgûrlû, bi şiroveya “ji ber li pêşiya Erdogan hilbijartin heye, ji bo Rûsya di polîtîkaya hundir de erênî nêzîk bibe wê hesasiyetên Rûsyayê zêdetir berçav bigire” axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber vê yekê ez difikirim ku Tirkiye nikare wisa rihet û li gor daxwaza xwe operasyonekê bike. Nêrînek heye ku operasyoneke Tirkiyeyê rêveberiya Şam û kurdan jî nêzî hev bike. Ev yek encax bi xebatên Rûsyayê yên alikariyê dibe. Şam dê kurdan, an jî kurd dê Şamê qebûl bikin? Nizanin lê Rûsya naxwaza Tirkiye operasyoneke leşkerî bike. Di rewşeke ku Îran û Sûriye jî li dijî vê yekê ne de ne hesane ku Tirkiye operasyonekê bike.”   MA / Bêrîvan Altan