Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike! 2022-08-07 09:42:58   RIHA - Şaredariya Rihayê di çarçoveya xebatên berfirehkirina rêyan de ji bo 65 malan nirxê 5 sal berê teklîfî xwediyên wê kir. Şêniyên taxê yên ku nexwestin teklîfê qebûl bikin bal kişandin ser bihabûna di sektora emlakê de û gotin ku bi pereyê tê teklîfkirin re nikarin jêrzemînekê jî bikirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dixwaze di çarçoveya berfirehkirina rêya ku Bûlwara Salih Ozcan a li Taxa Suleymaniye ya navçeya Halîliye û Taxa Îpekyoluyê bi hev ve girê dide, 65 malan di bin bihayê de îstîmlaq bike. Malên navborî li ber rûbarê Karakoyunê ne û ji ber ku şaredarî pereyekî kêm teklîf dike, heta niha tenê 10 xwediyên malan bi şaredariyê re li hev kiriye. Malên ku ser lihevkirin çêbûye hatin rûxandin. Gelek welatî dibêjin ku pereyê şaredarî ji bo wan malan teklîf dike pir kêm e. Gava ewil a projeya navborî di sala 2017’an de temam bûbû û li qeraxê Rûbarê Karakoyunê ku taxên Suleymaniye û Akabeyê ji hev cuda dike 71 mal hatibûn îstîmlaqkirin. Proje ev 5 sal in berdewam e lê nirxê ji bo malan hatiye diyarkirin qet neguherî. Şaredarî zextê li xwediyên xaniyan dike ku nirxê 5 sal berê qebûl bikin.    NIRXÊ 5 SAL BERÊ   Ji şêniyên taxê Ahmet Şakiroglû diyar kir ku proje di sala 2017’an de ji hêla Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nîhat Çîftçî ve hate destpêkirin û wê demê ji bo malan 70 milyon TL bûdçe hatiye veqetandin. Bi domdarî Şakiroglû got ku piştî gava ewil a projeyê temam bûyî, proje hatiye sekinandin û wiha domand:  “Em nizanin bê ka çi bi wî pereyê hatiye veqetandin bûye. Em niha di sala 2022’yan de ne û proje dîsa hate destpêkirin. Bi pereyê ku di sala 2017’an de dihat dayîn re mirov dikariya  li cihekî erd bikire û avahiyeke 3 qat li ser ava bike. Lê niha heman pereyî didin û bi vî pereyî mirov nikare jêrzemînekî jî bikire. Di navberê de 5 sal derbas bûn lê hêj heman nirxî teklîf dikin. Ji bo mala min a du qat ku 125 mîtrokare ye 250 TL’an didin. Baş e lê ev fiyet li gorî çi hatiye diyarkirin?”    ‘TÊ DE RANT HEYE’   Di berdewamê de Şakiroglû anî ziman ku îstîmlaqkirin tê wê wateyê ku heqê kesekî jê re were dayîn û wiha pê de çû: “Bi vê projeyê re rantê dixwin. Li vê taxê ranteke mezin heye. Yan dixwazin wê valahiya ji ber netemamkirina projeyê derketî holê veşêrin, yan jî kesek pereyê tê dike berîka xwe. Heqê kesekî nîne ku vî xelkê xizan û hejar mexdûr bike. Tu îro nikarî li tu devera Rihayê erdekê 120 mîrtoyan bi 300 hezar lîreyan bikirî. Di sala 2017’an de ji bo çêkirina malê bihayê hesin û çîmento pir erzan bû lê niha pir zêde ye. Toneke hesin bûye 17 hezar TL û torbeyekî çîmento jî bûye 90 TL. Heke kesek erdê xwe bi vî bihayî ew dibêjin bifiroşe, nikare tu erdekî ji xwe re bikire. Me ev ji rayedaran re got û ji CÎMER’ê re jî nivîsand.”   ‘HEKE ÎSTÎMLAQ BIKIN DIVÊ HEQÊ ME BIDIN’   Şakiroglû, da zanîn ku têkildarî mijarê bi Şaredarê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul û Waliyê Rihayê Salih Ayhan re hevdîtin kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê heta niha jî encamek jê derneketiye. Niha bi gava duyemîn a projeyê re dê 65 mal mexdûr bibin. Zextê li hinek malbatan dikin. Derdora xizan çi lêkolînan nake. Hinek kesan li hev kir û malên xwe dan. Lê nekarin ji xwe re malekê bikirin û niha di kirêyê de ne. Malên hinek malbatan jî ji xwe nedibaş bûn û pere nedikir. Wan jî firotin. Lê mala me ne wisa ye. Bila îstîmlaq bikin lê divê heqê me bidin me. Heke lihevkirinek çênebe, deriyê dadgehê nîşanî me didin. Divê serokê şaredariyê rê li ber vê bigire. Ji vir û şûnde pêvajoya dadgehê dest pê dike. Heke serî li zordariyê bidin divê walî destûrê nede. Xelkekî mazlum li vir heye.”    Me xwest têkildarî mijarê bi hinek malbatan re hevdîtinê bikin. Malbatan got ku hevdîtinên wan ên bi şaredariyê re didomin û ji bo ziyan negihe hevdîtinan, naxwazin niha tiştekî bibêjin. Her wiha şêniyên taxê destnîşankirin ku heke nirxê malên wan neyê zêdekirin dê teklîfê qebûl nekin û ji bo ku mexdûr nebin jî dê li ber xwe bidin.    MA / Emrûllah Acar