Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye 2022-08-07 10:14:36 AMED - Welatiyên tev li mitînga HDP’ê ya “Çareserî em in” li Amedê li dar xist bûn gotin: “Li dijî şer çareserî HDP ye.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlibûna hezaran kes li dar xist. Xelkê di mitîngê de li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Bi hezaran kesên li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şer çareserî HDP ye.    KURD ŞER NAXWAZIN    Bedrî Soylû diyar kir ku ji bo ku AKP êrişî kurdan bike li deriye Amerîka, NATO, Rûsya û gelek welatan dide û got: “Em şer û kuştinê naxwazin. Gelê kurd bi kuştinê naqede. Gelê kurd şer naxwaze, aştî, edalet û wekheviyê dixwaze. PDK’ê xwe radestî dijminê gelê kurd kiriye û rê li ber kuştina ciwanên kurd vedike. Tirkiye bi alîkariya NATO’yê her roj axa me me bombebaran dike. PDK jî dibe şirîkiya vê yekê dike. Axa me difiroşe Tirkiyeyê. Em li dijî şer edaletê dixwazin. Em ê li dijî zilmê têbikoşin.”    BI DAXWAZA AŞTIYÊ JI NISÊBÎNÊ HAT AMEDÊ    Mehmet Emîn Alkan jî diyar kir ku ji bo ew li dijî şer derkeve û bi daxwaza aştiyê ji Nisêbînê tev li mitîngê bûye û got: “Em şer naxwazin. Divê em tev bi hev re li dijî şerê li Başûrê Kurdistanê derkevin. Ev qad îro bi yek dengî dibêje em şer naxwazin. Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin û têbikoşin. Îro li dijî şer çareserî HDP ye. Çareserî li Amed, Cizîr, Nisêbînê ye.”    ‘JIN WEK META TÊN DÎTIN’    Zozan Şîmşek jî diyar kir ku mexdûrên herî zêde yên şer jin in û wiha axivî: “Li cihê ku şer lê heye herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Bedena jinan wek meta tê dîtin. Lê bila viya neyê jibîrkirin, jin wê serê xwe li ber serdestiya tu kesî netewînin. Wê jin netepisin û her tim li qadan bin. Çimkî jin bi hêz in û dikarin pergalê biguherînin. Li her cihê ku jin lê hene jiyan li wir heye û em li her deverê ne.” Şîmşek bal kişand ser hevkariya PDK’ê û AKP’ê û got: “PDK kurd bû, em jî kurd in. Hevkariya wan şerê navxweyî ye. Me wek dijmin dibînin. Lê em wan wisa nabînin. Bila demildest dest ji polîtîkaya xwe ya xelet berdin. Li dijî şer çareserî li cem jinan, HDP’ê û civakê ye.”     ‘NE JI PDK’Ê BE NIKARIN GAVEK JÎ BIAVÊJIN’    Metîn Pekgul jî anî ziman ku şerê li Başûrê Kurdistanê bi desteka PDK’ê tê birêvebirin û wiha got: “Heke ne ji PDK’ê be hêzên dagirker gavek jî nikarin biavêjin wir. PDK li Başûrê Kurdistanê bûye çav û guhê Tirkiyeyê. Xelkê me zirarê ji vî şerî dibîne û dixwaze demildest bi dawî bibe. Divê PDK guh bide daxwazên gel. Lazim e bi gel re tevger bike.”    ‘ÇAR PARÇE YEK E’    Mehmet Çelîk jî li çar aliyên Kurdistanê şer heye û got: “Dabeşkirina Kurdistanê pir dirêjî salên berê dibe. Lê çar parçeyên Kurdistanê jî wek goşt û neynûkê ye. Dema em kirinên PDK’ê dibînin, gotin di qirika me de sar dibin. Çimkî helwestek gelek xerab li hemberî xwişk û birayên xwe nîşan dide. Alîkariyê dide êrişkaran. Divê demildest dest ji xeletiyên xwe berde û bikeve ser rêya rast.”    BANGA YEKITIYÊ LI KURDAN KIR    Şehrîzade Anaç jî li dijî êrişan banga yekitiyê li gelê kurd kir û wiha got: “Heke em yekbûna, me yekitiya xwe bicih bianiya dê şer nebûya. Dijmin li başûr êriş dike, dîsa çi dibe bi me dibe. Heke PDK’ê rê endabûya artêşa tirkan, wê îro şer li wir nebûya û wê îro zarokên me nehatina kuştin. Êdî bes e, em bibin yek û dest bidin destê hev du û şer rawestînin û aştiya xwe pêk bînin. Herî zêde ev şer bandorê li ser jinnan dike. Em şer naxwazin azadiyê û aştiyê dixwazin.”    ‘BILA DEST JI HEVKARIYÊ BERDIN’    Haci Kadeh jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê da û got: “Derdê malbata Barzanî ne Kurdistan e. Ketine derde malbata xwe. Hevkariya wan a li gel dewleta tirk cihê şermê ye. Dibêjin em serokê herêmê ne lê radibin hevkariyê bi dewletek ku kurdan qir dike re hevkariyê dikin. Çawa li rûyê însanan dinerin. Ez heyirî dimînim. Bila dest ji hevkariya zordaran û zilmkaran berdin.”