‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’ 2022-08-07 10:19:57 AMED - Welatiyan di mitînga li Qada Îstasyonê de daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin û gotin: “Me weke dijminên xwe dibînin. Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan.”  Li gel raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Malbatên girtiyan ev zêdetirî 9 meh in ji bo berdana girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş Nobeta Edaletê digirin. Tevî çalakiyan jî girtî nayên berdan. Jinan û malbatên girtiyan ev daxwaza xwe di mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a duh li Qada Îstasyonê de hat lidarxistin jî anîn ziman. Girseyê postereke mezin a bi nivîsa “Azadî ji girtiyên nexweş re” ku wêneyê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li ser bû vekirin û meşiyan. Lê girse rastî provakasyona Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hat.    Polîsan xwestin dest deynin ser pankarta ku wêneyê Tugluk li ser bû lê jinan destûr nedan. Jinên ku pankarta mezin xistin qada mitîngê, tevî bi dehhezaran dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.    POLÎTÎKAYA TOLHILDANÊ   Welatiyê bi navê Fûat Dogan ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş beşdarî mitîngê bûbû diyar kir ku desthilatdarî bi neberdana girtiyên nexweş re hewl dide tolê ji kurdan û derdorên muxalîf hilîne û wiha domand: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên nexweş dibin. Desthilatdarî vê rewşê weke amûra zextê bi kar tîne. Bi kirinên xwe yên li girtîgehan dixwazin peyamê bidin ên derve. Mirov dikare van weke polîtîkaya bêzarkirinê jî binirxîne. Kal an jî nexweş bo wan zêde ferq nake. Hema kurd an jî muxalîf be temam e. Naxwazin gelên kurd û tirk bên ba hev. Divê li dijî vê polîtîkayê jî piştevaniya bi girtiyên nexweş re bêhtir mezin bibe.”    ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN’   Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz ku bavê wê Ayhan Çelîk li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin jî bi lêv kir ku ji bo dengê girtiyên nexweş were bihîstin, mitîng girîng bû û ev tişt anî ziman: “Her roj xeberên mirinê ji girtîgehan tên. Ji bo pêşîlêgirtina van mirinan hewceye em dengê xwe bêhtir bilind bikin. Desthilatdarî li girtîgehan bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe. Divê em xwedî li hemû girtiyên nexweş derkevin. Weke malbatan divê em dengê xwe bikin. Daxwaza me, azadiya girtiyên nexweş e.”    ‘HEWCEYE EM DAKEVIN KOLANAN’   Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Mûstafa Satilmiş ku ji Kanîreş a Çewlikê beşdarî mitîngê bûbû jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Hewceye gelê me ji bo girtiyên nexweş rabe ser pêyan. Weke dijminan li me dinihêrin. Vê dewletê bes carekî jî miameleya insanan bi me nekir. Em li dijî zilmê ne. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Nexwe em ê dakevin kolanan.”    HIQÛQA DUMENDÎ   Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar jî got ku dewlet ji mafê jiyanê yê girtiyên nexweş berpirsyar e û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Mesele çima Çevîk Bîr ku nexweşê demansê ye tê berdan lê Aysel Tugluk ku bi heman nexweşiyê ketiye nayê berdan. Li vir hiqûqeke dumendî heye. Divê girtiyên nexweş bên berdan û tedawîkirin. Divê gel li ser vê mijarê bisekine û dengê xwe bike. Bi rastî jî dema mijar dibe kurd hiqûqeke din dikeve meriyetê. Baştirîn mînaka vê jî rewşa Aysel Tugluk û Çevîk Bîr e. Divê nexweşa demansê ji hemû dosyayan were tehliyekirin.”