Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin 2022-08-07 11:38:10 NAVENDA NÛÇEYAN  - Di encama êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî navçeya Şêrawa ya Efrînê û Kantona Şehbayê de heta niha 26 welatî hatine qetilkirin û 76 welatî jî birîndar bûne.  Êrişên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî xelkê ji Efrînê koçber bûyî û yên li dijî şêniyên Kantona Şehbayê bênavber didomin. Ji roja dagirkirina Efrînê heta niha navçeyên Til Rifat, Şera û Şêrawa yên Efrînê û Kantona Şehbayê rastî êrişan tên. Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrînê, ji roja koçbera efrîniyan a ber bi Kantona Şehbayê heta niha, di encama êrişên artêşa tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de li Şêrawa û Şehbayê 13 jê zarok û 6 jî jê jin bi giştî 26 welatî hatin qetilkirin û 37 jê zarok û 25 jî jê jin bi giştî 76 welatî jî birîndar bûn.    3 KOMKUJÎ HATIN KIRIN   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); li dijî koçberên efrînî û şêniyên Kantona Şehbayê 3 caran komkujî hatin kirin. Di van êrişan de ji topan heta tankan, ji mûşekên qedexe heta Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) her cureyeke çekan hate bikaranîn. Êrişa ewilî di 2’yê kanûna 2019’an de li dijî Til Rifatê hate kirin. Di encama êrişê de 8 jê zarok bi giştî 10 welatî hatin qetilkirin û 13 kes jî birîndar bûn. Navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ev in: “Ebdulfetah Elîko (3), Arif Mihemed Cafer (6), Mihemed Mihemed Omer (7), Îmad Ehmed Kêfo (9), Mistefa Mihemed Mecîd (10),  Hemûdê Mihemed Elî (11), Semîr Ebdurehman Hiso (12), Mihemed Ebdurehman Hiso (15), Elî Mehmûd Osman (54) û Hisên Ebdullah Guldedo (73).”   Êrişa duyemîn jî di 25’ê sibata sala 2020’an de li dijî malbateke li gundê Aqibê yê Şêrawa ya Efrînê hate kirin. Di êrişê de ji heman malbatê 3 kes (dayik, bav, keç) hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Navên kesên hatine qetilkirin wiha ne: “Hesen Izet Mihemed (55), Fatme Ehmed Elî (46) û Sirûşt Hesen Mihemed (12).”   Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 23’yê çileya 2021’an de jî dîsa êrişî Til Rifatê kir. Di encama êrişê de 2 zarokan û jinekê jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn wiha ne: “Macîd Yasîr Sekran (5), Ebdulmuhsîn Sekran (12) û Nazlî Mihemed Mistefa (55).”   Di heman demê de hêzên dagirker di 26’ê tîrmehê de li navçeya Til Rifatê, gundê Şêx Îsa û gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawayê zêdetirî 940 top barandin. Di encama êrişê de zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da û 5 jin jî birîndar bûn. Di 4’ê tebaxê de jî di encama êrişa SÎHA’yan a li dijî navenda Til Rifatê de 6 jê zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Hesek Elîko di vê êrişê ji çavekî xwe bû.   5 KAMP TÊN BOMBEBARANKIRIN    Li Kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawayê bi giştî 350 hezar şêniyên Efrînê û Şehbayê dijîn. Li navçeya Til Rifatê jî 7 hezar jê şêniyên navçeyê, bi giştî 22 hezar kes dijîn.    Li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 5 kampên koçberên efrînî hene. Kampa Berxwedanê li navçeya Fafînê, kampên Efrîn û Serdemê li navçeya Ehdasê û kampên Veger û Efrînê jî li navçeya Şêrawayê ne. Li her kampê nêzî 10 kes dijîn û Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê her roj topbaran dikin.